Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêkateyên Hesekê du pakrewanên Xezeba Firatê oxir kirin

HESEKÊ – Cenazeyên şervanên YPG‘ê Serdem Hesekê û Dilbirîn Hesekê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekî girsayî li goristana Şehîd Dijwar hatin definkirin.HSK-MARSIMA-SIHDA (3)

Bi sedan pêkhateyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG‘ê Alan Beşar (Dilbirîn Hesekê) û Eymen Hesen (Serdem Hesekê) yên di 4‘ê Nîsanê de di Pêngava Xezeba Firatê şehîd bibûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji tirimpêlan ku bi wêneyên têkoşeran hatibû xemilandin ber bi gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Kerwanê oxirkirinê, ji aliyê bi sedan welatiyên gund ve hatin pêşwazîkirin. Şervanên YPG‘ê cenazeyên hevreyên xwe rakirin ser milên xwe û birin qada goristanê.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Yek ji feramndarên YPG‘ê Şiyar Delîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset. Şiyar Delîl got ku şehîdên ku ji bo bidestxistina azadiyê jiyana xwe ji dest dan riya ronahiyê ya ku şehîdê entrnasyonalîst Ezîz Ereb şopandiye, domandin û gihaştin şehadetê.HSK-MARSIMA-SIHDA (5)

Şiyar Delîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina doza têkoşeran û parastina hemû pêkhateyên herêmê dûbare kir.

Her wiha di merasîmê de, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Sebah Qasim anî ziman ku ew şehîd ji bo rizgarkirina Sûriya ji terora DAIŞ‘ê canê xwe feda kirin.

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mihemed Xelef got: “Di cîhanê de min nedîtiye ku dayikek di merasîmê definkirina kurê xwe de tilîliyan didin. Lê ev tişt di Rojava û Bakurê Sûriyê de çêbûye”.HSK-MARSIMA-SIHDA (4)

Endamê TEV-DEM‘ê Mihemed Xelef di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Bakurê Sûriya bi saya berxwedana têkoşeran di azadiyê de dijî û wiha pêde çû: “Bajarê Hesekê, bajarê biratiya gelan û jiyana hevebeş e û îro bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe oxir dike.”

Piştî axaftinan, nasnameya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirn.

Şervanên YPG‘ê cenazeyên hevalên xwe li ser mile xwe kirin û di nava dirûşmeyên Şehîd Namirin û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA