Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêkhateyên Minbicê: Em nikarin hestê xwe bînin ziman

Dîmen

MINBIC– Pêkhateyên Minbicê kêfxweşiya xwe bi cejna Newrozê anîn ziman û gotin “Em nikarin hestê xwe bi gotinan bînin ziman. Em ji zulim û zordariya komên çete xilas rizgar bûne û em îro Neworzê pîroz dikin.

Welatiyên Minbicê ku beşdarî şahiya Newrozê bibûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

HISEN ALELI

Welatiyê bi navê Hisên El-Elî yê ji pêkhateyê ereb anî ziman ku Newroza Îsal bi îlankirina federasyonê demokratîk wê bibe Newroza aştî û azadiya gelê Sûriyê.

MUHEND HEBAQ

Welatiyê bi navê Muhened Hebaq ê ji pêkhateyê çerkes e kêfxweşiya nîşan da û got: “Em kêfxweş in ku em hemû pêkhateyên herêmê bi hev re cejna Newrozê pîroz dikin, piştî em ji zulma çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûn, cara yekeme em bi hev re cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz cejna tevahî gelên azadxwaz e. Îro li Minbicê ku hemû pêkhate bi reng û netewa xwe ev yek isbat bû.ʺ

ELYA IBRAHIM

Welatiya bi navê Elya Ibrahîm jî Newroz li tevahî gelên herêmê, şervanên di çeperên şer de pîroz kir û got: “Newroza îsal wê bibe Newroz azadîye, wê mişeleya Newrozê hate tunekirina terorê û pêkanîna aştiyê vêxistî bimîne.ʺ

(bb/dc)

ANHA