Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêkhateyên Reqa û Tebqa di demeke kurt de jiyana xwe vejandin

Panorama

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî tecrûbeya civakê ya xwe birêvebirin û xwe birêxistinkirinê li herêma federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Reqayê ji bo xwe jinûve ava bikin û jiyana xwe vejînin li ber xwe dan û salên tarî yên hikûmeta Baasê û rêxistin û milîsên çekdar ku desthilatdariya civakê dikirin, ji xwe şuştin.DERZOR_CEKIRINA_KOMINA-2

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 6’ê Mijdara 2016’an de hemleya Xezeba Feratê dest pê kir, welatiyên herêmê ji hemû pêkhateyan kom bi kom beşdarî nava refên QSD’ê bûn da ku herêmên xwe ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Li rex çalakiyên rizgarkirinê, civakê jî çalakiya xwebirêxistinkirina xwe di hemû aliyan de da destpêkirin. Di vê panoramayê de buyerên avakirina sîstema civakî li Reqa, Tebqa û gundewarên wan dê were vegotin, her wiha fedekariya welatiyan ji bo azadiya xwe werbigirin.

Gavên piştî rizgarkirina Tebqayê

Piştî 50 rojan ji berxwedan û pevçûnan, şervanên hemleya Xezeba Feratê di şeva 10’ê Gulana 2017’an de karibûn bajarê Tebqayê û Bendava Feratê bi temamî ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Bi vê yekê jiyana civakî derbasî qonaxeke nû ya hevgirtina welatiyên herêmê bû.

Di 15’ê Gulana 2017’an de pêkhatiyên Tebqayê Meclîsa Sivîl a Tebqayê ava kirin. Piştre ji bo xebatên xizmetguzariyê yên welatiyan Şaredariya Gel hate avakirin û 10 malên gel hatin vekirin da ku pirsgirêkên welatiyan çareser bikin û karûbarên welatiyan birêve bibin.OMER-ELUS

Bi hevkariya hemû pêkhateyan û Meclîsa Sivîl a Tebqayê 180 meclîs li tax û gundewar hatin ava kirin û di 6’ê Tebaxa 2017’an de Meclîsa Lihevanînê ya Eşîran a Tebqayê hate avakirin da ku hevgirtina eşîran xurtir bike û gengeşeyên di navbera wan de çareser bike.

Di aliyê perwerdehiyê de, Komîteya Perwerdehiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê 156 dibistan vekirin û pêşwaziya bêtirî 50 hezar şagirt  û bêtirî 1000 mamosteyan kirin. Her wiha Akademiya Civaka Demokratîk li rex peymangehên amadekirina mamosteyan hatin vekirin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê her wiha Dîwana Edaleta Civakî li bajêr vekir û gelek şaxên wê li gundewar ava kirin. Meclîsê di çarçoveya kar û xebatên xwe de Saziya Karûbarên Olî li herêmê vekir û hemû mizgeft û dêrên li herêmê ku ji aliyê çeteyan ve rastî ziyanan hatibûn sererast kirin.

Herêma Tebqayê li rex xebatên xwebirêxistinkirinê pêşwaziya bêtirî 150 koçberan kir û Meclîsê û komîteyên girêdayî wê bi alîkariya saziyên têkldar ên herêmên Ferat û Cizîrê hemû xizmet pêşkêşî koçberan kirin.

Di 19’ê Tîrmeha 2017’an de jinên Tebqayê gaveke dîrokî avêtin û Meclîsa Jin a Tebqayê ava kirin. Meclîsa Jin ji dema hatiye avakirin ve bêtirî 600 dozên taybet bi jinan çareser kirin. Her wiha dewreyên perwerdeya pêşxistina hişmendiya jinan dane destpêkirin.REQA-MECLSIA-LEŞKERY-1-620x364

Di 12’ê Cotmeha 2017’an de jinên ciwan ên Tebqayê yekemîn tabûra xwe ya leşkerî di bin navê tabûra “şehîd Hebûn Ereb” de avakirin. Her wiha saziyên ewlehiya hundirîn, polîsên trafîkê, parastina bazaran, çavdêriya zimhêrê di hundirê bajêr û bajarokên girêdayî wê de ava kirin.

Di aliyê xizmetguzariyan de Meclîsa Sivîl a Tebqayê bi riya komîteyên xwe asta xebatên xwe bilind kir û tevî hemû astengiya karibû gelek pêdiviyên welatiyan pêk bîne. Komîteya Aş û Frneyan 5 aş û 20 firene li Tebqa û gundewarê wê aktîf kirin û nan ji hemû welatiyan re hate peydakirin. Her wiha tîmên taybet ên herêmên Ferat û Cizîrê toreya kehrebeyê sererast kirin û xebatên xwe ji bo sererastkirina herdu Bendavên Ferat û Azadî bi awayekî rojane didomînin.

Şaredariya Gel ji aliyê xwe ve hemleyên paqijkirina bajêr dane destpêkirin û toreya kanalîzasyonê ya bajêr sererat kirin. Komîteyên sotemeniyê jî mazot ji cotkaran re peyda kirin da ku rewşa çandiniyê li herêmê were pêşxistin, her wiha ji bo mijara germkirinê di zivistanê de mazot li welatiyan jî hate belavkirin.TEBQA-DESPEKA-CIVINA-MECLISA-ZAGON-SAZ-3

Di aliyê tenduristî de jî gelek xebat hatin meşandin û nexweşxaneyeke gerok ji aliyê Heyva Sor a Kurd re li gundewarê Tebqayê hate avakirin û çavdêriya parastina welatiyan ji nexweşiyan dikir.

Piştî xebatên birêxistinkirin û xizmetguzariyê pêk hatin, Meclîsa Zagonsaz a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û 13 komîteyên din di 25’ê Mijdarê de hate ragihandin.

Rizgarkirina Reqa û avakirina jiyaneke nû

Bi destpêkirina hemleya Xezeba Feratê komîteyên amadekar ku ji rûspî û rewşenbîr û kesayetên pêkhateyên Reqayê pêk dihat Meclîsa Sivîl a Reqayê avakirin û di 18’ê Nîsana 2017’an de hate ragihandin û bajaroka Eyn Îsa weke navend ji xwe re pejirand.

Di 20’ê Cotmeha 2017’an de Şaredariya Gel a bajaroka El-Hezîma hate avakirin. Her wiha 13 meclîsên bajêr û gundewarê wê hatin avakirin. Her wiha malên gel li Til Semin, El-Hezîma, El-Keramê û El-Humêrat hatin vekirin.REQQA-MECLISA-SIVIL-DAXWIYANIYE-DIDIN

Hêzên QSD’ê û Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê di 20’ê Cotmeha 2017’an de rizgarkirina bajarê Reqayê ragihandin û ji wê demê ve xebatên paqijkirina mayînan berdewam e û rê ji welatiyên taxên ku hatine paqijkirin re hate vekirin da ku vegerin malên xwe.

Li van taxan 5 dibistan hatin vekirin û bêtirî 1000 şagirtan li van dibistanan hatin qeydkirin. Her wiha pêdiviyên dibistanan jî pêşkêşî şagirtan hatin kirin û xebatên sererastkirina dibistanan hêjî berdewam e.

Li bajaroka El-Keramê Şaredariya Gel hate vekirin û xebatên xwe yên xizmetguzariyê pêk anîn û gelek pêdiviyên welatiyan peyda kirin.XITAM

Li navçeya El-Emiyê 14 dewreyên perwerdeyê yên hêzên ewlehiya hundirîn ên Reqayê hatin bidawîkirin û misyonên xwe ji bo parastina ewlehiya welatiyan di bajêr de dest pê kirin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê niha hewl dide meclîsên hemû taxên bajêr û gundewarê Reqayê ava bike piştî ku herêm ji mayînan tê paqijkirin û pêdiviyên sereke yên welatiyan tên peydakirin.

ANHA