Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Pêkhatina vê sîstemê xwedîderktina li xwîna şehîdan e’

Dîmen

QAMIŞLO – Endamê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Diyar Qamişlo destnîşan kir ku pêkhatina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, xwedîderketina li xwîna şehîdên şoreşê û îradeya gelên Kurdistanê ye.Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo bi armanca nirxandina rewşa dawî ya herêmê û nîqaşkirina derbarê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, li Dibistana Ferhan Elî ya li taxa Hilêliyê civînek lidar xist. Di civînê de bi sedan welatiyên taxa Hilêliyê û nûnerên rêveberiya xweseriya Deokratîk a Kantona Cizîrê amade bûn.qam-meclisa-gel-civina-federaliye-%e2%80%ab1%e2%80%ac

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Endamê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Diyar Qamişlo, axivî.

Diyar Qamişlo di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa dawî ya li herêmê kir û bal kişand ser civîna Asîtana ya ku dê di dema pêş de were lidarxistin kir û got ku Tirkiye ji bo ku Kurd tevlî danûstandinên di vê civînê de nebin, dîsa di nava hewldanan de ye û polîtîkayên xwe yên li dijî Rojava didomîne.

Diyar Qamişlo di axaftina xwe de behsa Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî kir û got ku pêkhatina vê sîstemê li Bakurê Sûriyê tê wateya xwedîderketina li xwîna tevahiya şehîdên şoreşê, xwedîderketina li îradeya gelên Kurdistanê û serkeftina xeta Ocalan.qam-meclisa-gel-civina-federaliye-%e2%80%ab1%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Diyar Qamişlo da xuyakirin ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê sîstemeke ji bo çareserkirina aloziya tevahiya Sûriyê ku ev 6 sal in didome û hemû pêkhate dikarin cihê xwe di nava de bigrin.

‘Çima navê Rojava hat rakirin?’

Piştî ku Diyar Qamişlo axaftina xwe bi dawî kir. Li pirsên beşdaran guhdar kir û bersivandin.

Li ser pirseke ku ‘Çima navê Rojava hat rakirin’ Diyar Qamişlo got:” Em xwedî projeyeke ku serkêşiya çareseriya li tevahiya Sûriyê û herêmê bike ne. Me karibû ku ji sedî 19 ji erdên di destê DAIŞ’ê de derxînin û paqij bikin. Niha li Bakurê Sûriyê gelek herêm û gelek û netewe hene. Yanî Mozayikek gelan heye. Yanî çênabe ku nav tenê di çarçoveya Rojava de bimîne. Niha gelek herêmên din hene.qam-meclisa-gel-civina-federaliye-%e2%80%ab38076929%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Rakirina navê Rojava nayê wateya em ji doza xwe bi dûr ketine. Li Bakurê Sûriyê, Rojava jî di nav de wê her herêmek xwedî teybetmendiyên xwe be. Ev nav me bi xwe li gorî pêwîstiyên heyî guhertiye ne ku kesî li me ferz kiriye.”

Piştî berisva pirsan hat dayîn, civîn bi dawî bû. Di dawiyê beşdarên civînê bi kêfxweşî û coşeke mezin dîlan geran.

(dm-mh)

ANHA