Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pembo di aboriya Girê Spî de xwedî giringiyeke mezin e

IBRAHÎM EHMED

GIRÊ SPÎ- Kantona Girê Spî herêmeke çandiniyê ye. Şêniyên Girê Spî debara xwe ya jiyanê ji sedî 90 ji berhemên çandiniyê pêk tîn in.

Şêniyên kantona Girê Spî ya herêma Firatê, herî zêde debara xwe ya jiyanî li ser çandiniyê pêk tînin. Li herêmê herî zêde genim, ceh û pembo têne çandin. Berhemên çandiniyê yên kantonê tevahî herêmên din jê sûd werdigrin.

Rêjiya pembo 20 hezar donim e. Li her donimeke 3 hezar û 500 kg derdixîne. Bi giştî berhemê pembo li herêmê 65 hezar ton e.

Lê di salên dawî de, di ecama aloziyê de, berhemê pembo daket û rêjeya çandiniyê kêm bû, sedemê sereke yên vê daketinê, kêmbûna pêwîstiyên çandiniyê, ne peydabûna derman, semad û bilindûna buhayê tov e. Ji ber van sedeman, rêjeya pembo ji 20 hezar donimî daketiye 5 hezarî.

Komîteya çandiniyê berpirsyariya kirîna pembo girt ser xwe û ji embara El-Çelebiyê pembo ji cotkaran kirîn. Her kîloyek bi 296 lêreyên Sûrî dikire.

Mekanîzmeya bazirganiya

Mekanîzmeya bazirganiya pembo ji depoya El-Celebiya li gorî merheleyan pêk tê. Ji komînê dest pê dike, paşê rêveberiya depoya herî dawî piştî hefteyekê nirxên wê li xwediyên wê vedigere.

Li herêmê, navendeke pembo rûxsetkirî heye, her tonekî bi hezar û 25 dolarî tê firotin.

Di dema serweriya rêjîmê ya li ser herêmê, rêjîmê welatî neçar dikirin ku pemboyan derbasî Reqayê bike. Lê di salên dawî de, li herêmê du navendên din hatin vekirin, ya yekem li gundê El-Bedî (5 km dikeve başûrê Girê Spî) û ya din li bajaroka Hemam Tirkumen e.

Di navneda  kirîna pembo ya (mehlec) Şêx Ebas a li gundê El-Bedî, ji 3 depoyan pêk tê, dirêjahiya wan 50 mître û ferehiya  wan 20 mître ye.

Pembo ji wir jî dibin navenda Çelebiyê û ji aliyê komîteya Çandiniyê bi 295 lîreyên Sûryiê tê kirin. Pemboyê ji navikan tê paqijkirin jî bi hezar û 25 lîreyên Sûriyê tê kirîn.

(dc)

ANHA