Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêngava duyemîn a rizgarkirina EL-Hewîce hate destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî dawîbûna pêngava yekemîn, Hêzên Îraqê pêngava duyemîn a rizgarkirina herêma EL-Hewîce ragihand.

Fermandarê Odeya Rizgarkirina El-Hewîce Ebdulemîr Reşîd Yarelah, îro sibehê got ku Artêşa Îraqê û hêzên din dest bi pêngava duyemîn a berfireh ji bo rizgarkirina herêmên girêdayî EL-Hewîce ya ku li rojavayî parêzgeha Kerkûkê dikeve, kirin.

Hêzên Polîsên Federal û Hêzên Destwerdanên Lezgîn, Hêzên Antî Teror, Heşid Şebî, Heşid Eşayîrî û Artêşa Îraqê, beşdarî pêngava  duyemîn a rizgarkirina herêma El-Hewîce, bûne.

Armanca vê pêngava duyemîn  ew e ku herêmên navçeya EL-Reşad, navçeya Riyad, navçeya Ebasî û gund û herêmên derdorên wan, rizgar bike.

Hêzên Odeya Rizgarkirina EL-Hewîce di pêngava yekemîn de navçeya El-Zab  bi gistî, gundên derdora wê û gelek gundên li aliyê çepê yê herêma  El-Şerqat, rizgar kirin.

(jo/kc)