Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêngava rizgarkirina Reqayê; 14 çete hatin kuştin 49 sivîl hatin rizgarkirin

FLAŞ

REQA- Di şerên li navenda Reqayê de 14 çete hatin kuştin 49 sivîlên din hatin rizgarkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe berdewam dike. Di şer û pêvçûnên şevê din de li derdora nexweşxaneya Watanî, Stada Fûtbolê û çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan didin. Di şerên li van deveran de ku rû da 14 çete hatin kuştin. Her wiha di encama berxwedaneke mezin de 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Ji aliyê din ve rizgarkirina sivîlên ku di nava bajêr de di destên çeteyan de dîl hatin girtin, berdewam dike. Ekîbên QSD’ê yên rizgarkirina sivîlan 49 sivîlên din jî ji destên çeteyan rizgar kirin. Şerê li navenda bajar bi dijwarî berdewam dike.

Li taxa Îskan jî QSD’ê operasyon da dest pê kir û pêş de diçe.

(ekîp)

ANHA