Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêşengeha kevneşopiyên kurdî hat vekirin

KOBANÊ – Mamosteyên gundên Ît Wêran, Belek û Aslanko pêşengeha kevneşopiyên kurdî vekirin û dê 3`ê rojan bidome.KOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(246350338)‬ ‫‬

Mamosteyên gundên Ît Wêran û Belek û Aslanko yên dikevin başûrê Kobanê pêşengeha kardestên kevneşopiya kurdî vekirin. Mamosteyan kardestên kevneşopiya kurdî yên weke tabloyên hunerî, wêneyên kevn, xezef, cizwe û qedehên qehwe ku ji axê çêkirine û cerên avê yên biçûk ku şêniyan bi destê xwe çêkirine di pêşengehê de pêşkêş kirin.

Di pêşengeha ku li gundê Ît Wêran hatî vekirin, bi dehan şêniyên her sê gundan û şagirtên wan amade bûn. Xemla pêşengehê kofî û cilûbergên jinên Kobanê bûn.

Vekirina pêşengehê bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Piştî wê endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanên xeta Başûrê Kobanê Basil Bozan axivî û hemû kesên ku keda wan di pêşengehê de heye spas kirin.

Her wiha mamoste Derwîş Kereu jî axivî û got:ʺDivê mamoste neslê nû perwerde bike û bibe bingehê pêşketina civakan.ʺKOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(1)‬

Koma Şehîd Xabûr a gundê Bîr Reş li ser çareserkirina kêmasiyên di xwendine de şanoyek pêşkêş kirin.

Şagirtan jî helbestên xwe yên li ser Rojava û koçberiyê nivîsandibûn xwendin û di dawiyê de li ser awazên gelêrî yên herêma Kobanê govend hat gerandin.

Pêşenge wê  sê rojan dewam bike.

(np)

ANHA

KOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(246350339)‬ ‫‬ KOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(246350340)‬ ‫‬ KOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(246350341)‬ ‫‬ KOB-PESENGEH-LI-KOBANE ‫(1)‬ ‫‬