Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêşengeha pêşxistina afrînerên zarokan hate lidarxistin

EFRÎN – Berhemên wênesazî û karên destan ên ku 30 zarokên kantona Efrînê çêkirine hatin pêşandan.EFRIN-REXESTINKIRNA-PESBEHERK-YA-ZAROKA (4)

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê bi armanca ku zarokan teşwîqî wênesazî bikin û afrînerên wan pêş bixin, pêşengeheke berhemên wan ên wênsazî û karên destan vekir.

Vekirina pêşengehê bi merasîmekê ku nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, TEV-DEM û Kongreya Star amade bûn, pêk hat.

Pêşengeh  ji aliyê mamosteya wênesaziyê Hela El-Elî ve hate vekirin. Hela El-Elî bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca vê pêşengehê pêşxistina afîrînerên zarokan e û wan teşwîqî wênesaziyê bikin.EFRIN-REXESTINKIRNA-PESBEHERK-YA-ZAROKA (2)

Di pêşengehê de, 50 tablo û karên destan ên 30 zarokan hatin pêşandan.

(bb)

ANHA