Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêşengeha Pirtûkan a Rojava bi dawî bû

Dîmen

QAMIŞLO – Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawîş (Herekol) 1′emîn pêşengeha pirtûkan a Rojava di roja 5′emîn de bi dawî kir.

Bi dirûşmeya ″Xwendin asoya mirovan fereh dike″ Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawêş (Herekol) 1′emîn pêşengeha pirtûkan a Rojava li salona Zana ya bajarê Qamişlo a li taxa Kornîş li dar xist. Pêşengeh 5 rojan dom kir û duh bi dawî bû.

Gelek nivîskar, rewşenbîr, şervanên YPJ/YPG, Endamên TEV-DEM, nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê û welatiyen Qamislo bi cil û bergên folklorî tevlî pêşengehê  bûn.

Hevseroka Desteya Çandê Berîvan Xalid birêxhatina beşdaran kir û wiha axivî: ″Ez şagira mamoste Herekol im, heta ez heme ez ê deyindara xwîna wî ya pîroz bim. Ev pêşêngêhêka pir girîng bû û yekem care li  Rojavayê Kurdîstanê tê lidarxistin û dê her sal were lidarxistin. Ji bo xwediderketina li pênûsê, em ê xebat û hewldanên xwe zêde bikin.″

QAM-JI BO BIRANINA ŞHIDA.JPG (7)

Roja 5′emîn a pêşengehê bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina  helbesta Şehîd Hisên Şawîş (Herekol)  dest pê kir. Endamê Komîteya Amedêkar a peşêngêhê Aram Elî  got ku 37 sazî,weşanxane û nivîskarên serbixwe tevlî pêşêngehê bûn.

Di 5 rojan de 3 semînêr hatin dayîn, 3 şevan bi tevlîbûna  gelek kesayetên  rewşênbîr û nivîskar civîn hatin lidarxistin û nîqaş hatin kirin.

4 nîvîskaran pirtûkên xwe îmze kirin. Hin sazî û weşanxaneyan li cihîn xwe çalakiyên taybet li dar xist.

Wêneyên bi pênûsa reş a şehîdên taqîna Qamişlo ji aliyê wênesaz Samir Kalo ve hatibûn xêzkirin û di pêşêngehê da hatin pêşandan.

QAM-JI BO BIRANINA ŞHIDA.JPG (10)

3  rojan jî wêneyên ku ji aliyê saziya ragihandinê ya Hêzên Asayîşê hatine kişandin, hatin pêşkêşkirin.

3 rojên dawî de jî wêneyên ku ji aliyê Navenda  Ragihandina YPG/YPJ′ê ve hatibûn kişandin hatin pêşkeşkirin.

Pêşêngêh bi stranên Koma Feraşîn û lawê Mihemêd Şêxo,  Beha Şêxo berdewam kir û xelat li  malbata şehîd Hisên Şawîş (Herekol), nivîskar  Abas Îsmail,  nivîskar Ronak Murad û  Amedekarên peşêngehê hatin belavkirin.

QAM-JI BO BIRANINA ŞHIDA.JPG (13)

Dê her sal di  20’ê meha Tîrmehê de, roja pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol were lidarxistin.

(mk)

ANHA