Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêşengeha YRA’yê sibe li Kobanê vedibe

Dîmen

KOBANÊ – Sibe li bajarê Kobanê jî pêşengeha “Ji Sinê heta Kobanê” ku ji aliyê YRA’yê ve tê organîzekirin vedibe.

Komîteya Amadekar a Pêşengeha “Ji Sinê heta Kobanê” ya Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojavayê Kurdistanê amadekariyên vekirina pêşengehê li kantona Kobanê dike. Pêşengeh sibe li saet di 11.00’an de li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin. Di pêşengehê de wê wêneyên ku berxwedaniya herçar parçeyên Kurdistanê ji yên dema niha û kevn nîşan didin, werin pêşandan.

Komîteya Amadekar li kolanan pankartên vexwennameyê daliqandine û kartên vexwendinê li welatiyan belav dike.EHMED MIHEMED

Pêşengeh sibe û du sibe ji saet 11.00’an heta saet 17.00’an wê dewam bike. Endamê Komîteya Amadekar Ehmed Mihemed got: “Me xwest bi vê pêşengehê zakîreya civakî û berxwedaniya gelê Kurd a çar parçeyên Kurdistanê bidin vejandin. Em ê hewl bidin ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî heman pêşengê vekin.”

Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojava di 22 û 23’yê çile de li bajarê Qamişlo Navenda Çand û Huner a  Mihemed Şêx pêşengeha “Ji Sinê heta Kobanê” lidar xist û xwest ku vê tecrûbeyê veguhezîne kantona Kobanê jî.

(he)

ANHA

KOBANE-HAZIRTIYE-VEKIRINA-PESENGEHE-YA-YRA-1 KOBANE-HAZIRTIYE-VEKIRINA-PESENGEHE-YA-YRA-2