Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Pêşeroja dewleta Tirkiyê di metirsînê  de ye’

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Midûrê Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan Eksem Neîse diyar kir ku Tirkiye ditirse hemû gelên ji neteweyên cûda yên li Tirkiye dijîn doza mafê  çarenûseya xwe bikin.

Ekesen Neîse diyar kir hêzên xwedî bondor di rewşa Sûriyê baş dizane, heger ew di navbera xwe de li hev nekin, ew ê hemû binkevin. Ji ber vê yekê gereke li hev bikinû û li gorî bejwendiyên xwe tevbigerin.EKSEM-NEISE

Derbarê pêşeroja Tirkiyê ya di Sûriyeyê de, Neîse wiha axivî: “Ez texmîn nakin wê hêza Tikriyê karibe li herêmê ji bo demek dirêj dagir bike. Heger Tirkiyê vê yekser pêk bîne, wê rê li ber şerekî çekdarî ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de û di  navbera kurd û tirk de derkeve. Li aliyekî din zexetên navdewletî yên ji bo Tirkiyê, ji ber Tirkiyê yasayên Neteweyên Yekbûyî binpê dike, pêk tên.

Mûdîrê Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan Eksen Neîse  derbarê polîteyên dewleta Tirk derbarê Sûriyê de û destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di hin herêmên Sûriyê de bersiva pirsên me da.

*Şert û mercên destwerdana Tikriyê di Idlibê de çi ne, di nêrîna we de, di vê destwerdanê de kê zirar dibîne?

Bi giştî, siyaseta Tirkiyê ya di Sûriyê de, bi siyaseta dînamîkî ya kurdî di Sûriyê, Îraq, Tirkiyê û bi giştî doza kurdî  ve girêdayî ye. Tirkiyê helwesta xwe ya siyasî bi rengekî esasî û ne temamî li ser vê zemînê pêş dixîne. Hesasiyeta vê siyaseta piştî referndoma Kurdistana Îraqê eşkere derket hole. Hevsengiyên siyasî hatin guhertin. Ev yek metirsiya Tirkiyê yê li beramberî tevgera kurd û bi taybetî Partiya Karker Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyê, zêde kir.

Li ser vê esasî, em dikarin aliyên sereke yên siyasesta Tirkiyê di Sûriyê de jî nas bikin. Heger em baş analîz bikin, em ê nas bikin ku Tirkiyê ditirse ku hemû gel û neteweyên din ji hemû rengên xwe daxwaza diyarkirina çarenûsa xwe bikin. Hikûmeta Tirkiyê çiqas bi hêz be jî û populist be jî we nikaribe berpirsyariya tiştên ku serdema wê de çêbibe, rake.

*Rêjîma Sûriyê dibêje destwerdana Tirkiyê li dijî biryarên Astanayê ye, hûn bêdengiya Rûsiya, Îran alîgirên Tirkiyê ku Astanayê bi rêve dibin,  çawa dixwînin?

Peymana Astanayê hişt ku Tirkiyê destwerdana Idlibê bike, 3 lihevkirinên sereke di navbera Rûsiya, rêjîma Sûriyê, Îran, Tirkiyê, dibe ku Erebistana Siûdiyê jî di nav de be, hinek be jî Amerîka, çêbûn.

Ya yekemîn: Zextên leşkerî yên komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê li ser rêjêmê divê werin kêmkirin û hêza leşkerî yên ji bo komên ku desteka xwe ji Erebistana Siûdiyê û welatên kendavê digirin were lewazkirin. Ev yek wê bikeve xizmeta Îran û Rûsiya. Li Bakurê Sûriyê jî derfetê ji wan re peyda dikin ku eniyên din li herêmên herî germ vekin, wekî çawa niha li Dêrozêr hatiye vekirin. Li aliyekî din jî rêjîma Sûriyê, li vir xelata herî mezin dike, dê riya derbasbûna wê ya ji bo Helebê were vekirin, li aliyê din yên li beramberî wê dê destur ji Tirkiyê karibe derbasî Helebê bibe û rê li pêşiya wê were vekirin ku herêmên sereke yên kurdan yên xwedî girîngiyeke josiyasî dagir bike, her wiha dê keleman li pêşiya hewldanên hêzên kurdî bi afirînin ku nikaribin di navbera hev din de peywendiyan çêbikin. Dibe ku ev di encamên peymana herêmên kêmkirina şer de be. Di demên dawî de, hin tiştên din bala min kişandin, ew e vexwendina nûnerên PYD’ê yên Qamişlo û nûnerên PYD’ê yên Kobanê ji bo Kongreya Siwîçî.

Ya duyemîn jî girêdayî berjewendiyên aborî yê hevbeş ên dewletên herêmî û navdewletî ye. Ev yek di çapemeniyê de zelal bû. Hevpeymanên aborî û projeyên mezin hatin çêkirin. Em jibîr nekin, mijar a petrolê.

Lê di çapemeniya herêmî de, rêjîma daxwaza derketina Tirk û çeteyên wê ji herêma Idlib, Cerablus û herêmê din dike, lê ne wisaye, ev lihevkirin bi razîbûna hemû aliyan e.

Ya sêyemîn: Mijara terorê û komên îslamî yên hişke û metirsiya wê li ser pêşeroja mozayîka civakî ya herêmî ya Tirkiyê an jî Îran e û encamên derketina şerekî li ser esasî mezhebî, qewmewî ye. DI heman demê de bandora van naokokiyan a li ser dewletên herêmî û navdewletî.

*Hin rapor hene, nîşaneya lihevkirina di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îran ji bo parçekirina Sûriyê diyar dikin. Di nêrîna we de destwerdana Tirkiyê ji bo Idlibê di çarçoveya vê lihevkirinê de ye?

Hêzên ku bandora wan bi rastî li ser rewşa Sûriyê heye, piştî têkçûyîna projeya Siûdiyê û Qeterê, wekî Rûsiya, Îran, Tirkiyê, dewletên Yekbûyî yên Amerkîka, baş dizanin ku heger ew di nav hev din de li hev nekirin ew ê hemû bin bikevin. Ji ber vekê dibînin ku gereke xwe birêxistin bikin da ku berjewendiyên xwe di Sûriyeye de pêk bînin.

*Hin nûçe hene, dibêjin di navbera Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de lihevkirine hene, xwendina we li ser vê yekê çi ye?

Dema ku li gorî berjewendiyên wan bike, ne dûr e ku Tirkiyê û hin dewletên din desteka hêzên çekdarî û siyasî bidin wan hêzan mina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û DAIŞ‘ê jî doza terorê li gorî welatên rojava û Tirkiyê ew ku dema li dijî berjewendiyên wê ewlehî, siyasî, leşkerî û hwd.. be. Tirkiyê Partiya Karkrên Kurdistanî ji DAIŞ‘ê û El-Nudar xirabtir dibîne. Lê ev mêzan xwar e, ne adil e ya dewletên bi hêzê li bermaberî gelên lewaz e.

*Hûn texmîn dikin ku wê destwerdana Tirkiyê di herêmên Sûriyeye de bandore di pêşeroja siyasî û aborî ya Sûriyeyê de bike di çarçoveya destwerdana di hejmarek herêmên Sûriyê de, bandorê li pêşeroja siyasî û aborî ya Sûriyê bike?

Sînorê Sûriyê Tirkiyê zêdeyî 800 Km, ji aliyê erdnîgariya siyasî ve pişta Tirkiyê ye û deriyê wê ya ber bi Rojhilata Navîn û Efrîqa ye. Bê guman Tirkiyê vê yekê dixwaze, îradeya siyasî ji bo pêkanîna vê daxwazê jî heye ku bi hêz bandorê li siyaseta Sûriyê bike. Liv û tevgerên Tirkiyê yên siyasî ji sala 2011‘an û destpêka aloziya Sûriyê ve vê yekê bi xurtî nîşan didin. 2 Her wiha destwerdana wê ya destekdayîna aliyên îslamî yên çekdar û destekdayîna Îxwan Muslimîn ku heta niha jî heye, dîsa destekdayîna projeyên hêviyên din ên siyasî yên cihêreng jî nîşana wê yekê dide.

Hebûna Tirkiyê di proseya siyasî ya Sûriyê de, heta astekî mezin eşkere zêdeye ku gihiştiye pileya tevliheviya hevsengiyê. Ew dest ji vê helwesta xwe ya siyasî jî bernade, lê belê bi hemû hêza xwe dê tev bigere da gotineke xwe di pêşeroja Sûriyê de hebe.

6- Tirkiyê îro hejmarek bajarên Sûriyê dagir kiriye, Tirkiyê dê ji vê rewşa aloz a Sûriyê fersendê bigre da di pêşerojê de van herêman tevlî Tirkiyê bike?

Bawer nakim ku Tirkiyê karibe demeke dirêj li heberî rewşê, ne li ser asta navnetewî, ne jî  herêmî û ne jî li ser asta xwecihî ya Sûriyê raweste û herêmên Sûriyê heta demeke dirêj dagir bike. Dagirkeriya yekser û eşkere dê deriyên nû li pêş şerên çekdar di navbera Sûriyê wek dewlet û Tirkiyê vebike, her wiha kurd û tirkiyê de, vebike. Fişarên navnetewî jî dê werin ser wê, ji ber ku dagirkeriya eşkere bingeha sayayên navnetewî û hevpeymana Neteweyên Yekbûyî û wekî din jî, derbas dike. Ji ber vê yekê diyare ku siyaseta Tirkiyê ber bi avakirina herêmên alîgirbin ji wê re li wê bejahiyên sînorî ku wê û alîgirên wê yên çekdarên Sûrî dagirkirine ve biçe. Dê di nava dewleta Sûriyê de bi taybetmendiyeke cûda û çavdêriya Tirkiyê yan alîgirên wê bê parastin, dibe ku wekî xwerêveberinê bikin, wek mînaka li Lobnanê ya dawiya sedsala 19 û destpêka sedsala 20`an , ev yek dê bi hebûna rêkeftinên navnetewî pêk werin. Agahiyên digihêjim me jî, yên derbarê avakirina hikûmetan li Idlibê û Teftenazê vê yekê nîşan dide yan nîşana amadekariyên wê yekê nin.

7-Derbarê mijarê de,we gotinek din heye zêde bikin?

Projeya Îslamî bi giştî, şikestinek mezin anî û niha di qonaxa dawî ya hilweşînê de ye. Zordestiya hezar û 400 sal dom kiriye, bi hêsanî paşve nakşe. pişt bi kurd ve hatiye girêdan, her ku ev proje paşve bikişe, dê zêdetir li ber xwe bide. Ji vê derê  de, dikarim bêjim terora bi navê islamê pêk tê di pêşî de xeteriyeke rasteqîn li ser aramiya herêmê çêdike. Li ser aramî û ewlekariya cîhanê jî çêdike. Bawer nakim ku ev şerê li dijî terorê bi dawî bibe heger ew ji kokê de ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve neyê rakirin, di be ku ev yek heta 10 yan 20 salan jî dirêj bike, yan zêde tir.

(bb)

ANHA