Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêşketinên civakî yên sala 2017’an

panaroma

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2017’an de li tevahî Bakurê Sûriyê gelek pêşketin hatin jiyankirin. Di aliyê civakî de hilbijartinên Fedraliyê jî di nav de gelek gavên mezin bi hevkariya hemû gelê herêmê hatin avêtin.

Di vê dosyayê de em ê panorama çalakî û xebatên civakî ku di sala 2017’an de hatine lidarxistin rêz bikin.

-Di 3’yê çileyê de civînek berfireh bi beşdarbûna hemû nûnerên civakê li bajarê Amûdê hate lidarxistin. Di civînê de pêşxistina nirxên civakî û hevgirtina civakî hate nîqaşkirin.

-Di 17’ê çile de Şêniyên herêma Şehbayê navenda Dîwana Edaleta Civakî li herêm vekirin.

-Di 3’yê sibatê de şêniyên gundê Kefer Naya ya herêmên Şehbayê Meclîsa xwe ya rêveber ava kirin. şêniyên herêmê dê di riya Meclîs re hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.

-Di 19’ê adarê de civînek berfireh lidarxistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê bang li hemû aliyên Kurdistanî kirin ku di zûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê lidar bixin.

-Di 1’ê nîsanê de Meclîsa eşîran a bajarên rojhilat ên kantona Cizîrê civînek berfireh li Dêrikê lidar xistin û 2 malbat lihev anîn.

-Di 4’ê nîsanê de Forma Jin û Parstin li katnona Kobanê hate lidarxistin, jinan destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe parstina jinan û tevahiya herêmê pêk bînin.

Di 5’ê nîsanê ê de konferansa Dada Civakî ya kantona Efînê bi tevlîbûna 180 delegeyan hate lidarxistin. Şandeyek ji kantona Cizîrê jî tevlî konferansê bû.

-Di 17’ê nîsanê de rûspî û şêxên eşîran ên navçeya Cindirêsê ya Efrînê Desteya Giştî ya Melcîsa Rûspiyan a navçeyê ava kirin. Ev meclîs wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rakirina nakokiyên navxweyî kar û xebatan bide meşandin. Her wiha wê pirsgirêkên civakê bighîn in saziyên têkildar.

-Di 18’ê Nîsanê de li bajaroka Eyn Îsa Meclsa Sivîl a Reqayê bi tevlîbûnan nûnerên hemû beşên civakê û eşîreyan hate ragîhandin. Hêzên QSD’ê di avakirina Meclîsê de piştgiriya gelê herêmê kir.Di civîna damezirîner a Meclîsê de 14 komîteyên taybet ji bo meşandina kar û xebatan hatin avkirin, van komîteyan demil dest dest bixebatên rêxistinkirina gelê herêmê kir û alîkarî li welatiyên gundên dihatin rizgarkirin, belav kir û pirsgirêkên welatiyan çareser dikirin.

-Di 5’ê Gulanê de Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka nan li gundên rizgarkirî ya Tebqayê 5 firin vekir.

-Di 7’ê gulanê de Meclîs Gel a Eyîn Îsa, Hêzên Parstina Civakî bi beşarbûna 42 welatiyên herêmê ava kir.

-Di 15’ê gulanê de Meclîsa Sivîl a Tebqayê bi beşdarbûna nûnerên hemû eşîr û rûpsiyên herêmê hate avakirin, her wiha hevserokatiya Meclîsê û sê cîgirên wan hatin hilbijartin.

 

-Di 20’ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Çandê ya kantona Cizîrê yekem pêşengeheke pirtûkan li bajarê Qamişlo vekir.

-Di 21’ê tîrmehê de yekem çapxane li kantona Cizîrê bi navê Çapxaneya Herekol hate vekirin.

Di 27’ê tîrmehê de şêniyên Til Eran û Til Hasil ên koçberî kanotna Efrînê bûne, di salvegera 4’an a komkujiya li bajarokên wan pêk hatin de, di hemû aliyan de dest bi rêveberiya xwe kirin. hemû komîteyên xwe yên taybet ava kirin.

-Di 3’yê tebaxê de nûnerên hemû beşê civakê li Girkê Legê civiyan û nakokiya 4 salan a di navbera 2 malbatan re çareser kirin.

-Di 4’ê tebaxê de li navçeya Bilibilê ya Efrînê hêzên HPC’ê endamên xwe û welatî fêrî bikaranîna çekan dikirin, da ku di parstina herêmên xwe de cih bigrin.

-Di 5’ê Tebaxê de Meclîsa Sivîl a Tebqayê di çarçoveya xebatên xwe yên li gundên Tebqayê li bajaroka Hemam, mala gel vekir. Di mala gel de êdî pirsgirêkên civakê hatin çareserkirin û welatî li wir kom dibûn û mijarên xwe yên civakî nîqaş dikirin.

-Di 26’ê tebaxê de Yektîiya Rewşenbîran a Efrînê duyemîn konferansa xwe bi diruşmeya “Bi rewşenbîrên zane, fedraliya demokratîk misoger dibe” lidar xist.

-Di 26’ê tebaxê de hemleya jinûve avakirina komînan a taxa Şêxmeqsûd bi dawî bû. Di komînan de hemû beşên civakê xwe birêxistin kirin û pirsgirêkên xwe çareser kirin.

-Di 28’ê Tebaxê de nûnerên eşîrên kurd, ereb û tirkmen piştgiriya xwe ya bi fedraliya Demokratîk re anîn ziman û ji bo vê yekê bi Rêveberiya Xweser a Girê Spî re civiyan. Nûnerên eşîran piştgiriya xwe ya bi sîstema Fedraliya Demokratîk re anîn ziman.

-Di 31’ê Tebaxê de li ser daxwaza Meclîsa Lihevanînê ya eşîrên Tebqayê û Meclîsa Sivîl a Tebqayê hêzên QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hindir a Tebqayê 155 girtiyên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hebû, serbest berdan.

-Di 12’ê îlonê de nûnerên eşîrên kantona Hesekê ji kurd, ereb û suryan civîna berfireh a lihevanînê û jiyana hevbeş lidar xistin.

-Di 24’ê îlonê de Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi beşdarbûna hejmarek rûspiyên herêma Dêrazorê û nûnerên eşîran hate lidarxistin. Meclîsê bajaroka Cezrat wekî navenda xwe destnîşan kir û ji bo meşandina kar û xebatan hejmarek komîteyên taybet ava kir.

Di 13’ê Cotmehê şêxên eşîran û rûspiyên herêmên Reqa û Tebqayê nakokiya di navbera eşîreya Bû Şeban de pêk hatibû û sê salan dewam kir, çareser kirin. Ev nakokî ji ber tevlîheviya komên çete yên DAIŞ’ê pêk hatibû.

-Di 11’ê cotmehê de nûnerên eşîrên herêma Reqayê beşdarî civîneke berfireh bûn û piştgiirya xwe ya bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re anîn ziman.

-Di 12’ê cotmehê de Forma Çalakiyên Civakî û rêxistinî ya Reqayê li bajaroka Eyn Îsa hate lidarxistin. Di formayê de nûnerên piraniya eşîreyên Reqayê beşdar bûn û nerînên xwe yên derbarê rêxistinkirina herêmê û çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî anîn ziman.

-Di 13’ê cotmehê de yekem Mihrîcana Zarokan li ser asta herêma Firatê li Kobanê bi diruşmeya “Xeyalên zarokan bi lîstokên hunerî bixemilîn in” destpê kir.

-Di 15’ê cotmehê de bi navbênkariya Meclîsa Sivîl a Reqayêbi dehan welatiyên herêmê yên têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû, serbest hatin berdan.Meclîsê destnîşan kir ku ew ê bi tu awayî çeteyên biyanî efû nakin.

-Di 22’ê cotmehê de li sê herêmên Bakurê Sûriyê (Cizîrê, Firat û Efrînê) hilbijartinên komînan hate lidarxistin.  Komseriya Bilind a Hilbijartinan destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûna gihişt 85 ji sedî.

-Di 23’yê cotmehê de eşîrên ereb û kurd ên kantona Cizîrê daxuyaniyek hevbeş dan û piştgiriya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan re anîn ziman.

-Di 25’ê cotmehê de Meclîsa Sivîl a Tebqayê piştî amadekariya mehekê civîna berfirehkirina meclîsê lidarxist. Di civînê de nûnerên hemû eşîre, pêkhate û welatiyên herêmê tevlî meclîsê hatin kirin.

Di 27’ê cotmehê de HPC’ê li Helebê civînek berfireh ji endamên xwe re lidarxistin. Di civînê de rola hêzên HPC’ê ya di parstina herêmê de hate nîqaşkirin.

-Di 2’ê mijdarê de Meclîsa Dêrazor a Sivîl buroya xwe ya giştî li gundê Cezriet Bûhemûd a Dêrazorê bi merasîmekê vekir.  Bi sedan nûnerên eşîr û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Di 12’ê mijdarê de Mîhrecana Mîtan di sala xwe ya sêyemîn de bi diruşmeya “Em jiyanê diçîn in hate lidarxistin” hate lidarxistin.

-Di 13’ê mijdarê de Mihrîcana Filiman a Rojava di mewsimê xwe yê duyemîn de hate lidarxistin.

-Di 27’ê Mijdarê de yekem dibistan li bajarê Reqayê ku ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, hate vekirin. Vekirina dibistanê bi hevgirtina şêniyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan pêk hat.

-Di 1’ê kanûnê de hilbijartinên Meclîsên herêmî û bajaran ên Fedraliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê li sê herêmên (Cizîrê, Firat û Efrînê) hate lidarxistin.

-Di kanûnê de Desteya Aavkirina MEclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reayê li Reqa û gundên wê xebatên avakirina MEclîsan û vekirina malên gel dewam kir.

-Di 3’yê kanûnê de piştî xebatên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê beşê yekem ji koçberên Dêrazê yên di kampa Sedê de dest bi vegerê kirin.

-Di 6’ê kanûnê de li bajaroka Cezrat a Dêrazorê ku ji aliyê QSD’ê ve yekem civîna berfireh a malbatên şehîdan a Dêrazorê hate lidarxistin.

-Di 9’ê kanûnê de duyemîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Kobanê hate lidarxistin. Di konferanê de rêveberiyeke nû hate hilbijartin.

-Di 10’ê kanûnê de Meclîsa Sivîl a Dêrazoê serdana koçberên vegeriyane warên xwe yên rizgarkirî kirin û rewa wan a jiyanî şopandin.

-Di 11’ê kanûnê de Meclîsa Sivîl a Reqayê li taxa Teyara ya bajarê Reqayê Mala gel vekir. Şêniyên herêmê li vir dest bi çalakî û xebatên xwe yên civakî kir.

-Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û berdevka

-Di 12’ê kanonê de komîteya avê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hêza û derfeta civakê pirsgirêka avê ya gelek gund û bajarokên hatin rizgarkirin, çareser kir.

Di 12’ê kanûnê de Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê bi hejmaran hejmara endamên meclîsan ên di hilbijartinan de biser ketin diyar kir. Hejmara nûnerên her lîsteyekê û namzetên serbixwe yên biserketin hate diyarkirin.

-Di 17’ê kanûnê de hezar û 100 koçberên Dêrazorê yên di kampa Sedê ya Hesekê bi cih bibûn, vegeriyan warên xwe, yên ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin.

(dc)

ANHA