Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘ Pêşketinên heyî, nêrîna rast a PYD‘ê isbat kir’

GIRKÊ LEGÊ – Nûnerê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Xelef Dahûd got ku pêşketinên heyî, nêrîna rast a Partiya Yekîtiya Demokratîk a derbarê parastina ewlekariya herêmê de isbat kir û got ku berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Reqa û Dêrazorê rê li pêşiya avakirina Sûriyeya demokratîk veke.

Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Xelef Dahûd ku beşdarî 7‘emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li bajaroka Rimêlan tê lidarxistin bûye, axivî.

Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) nêrîna Partiya Yekîtiya Demokratîk a di derbarê aloziya Sûriyeye de nêrîneke durist nirxand û got: “Pêşketinên buryeran rastiya nêrîna we ya di derbarê parastina ewlekariya welat ji hêzên terorîst û dewleta Tirkiyê û dûrxistina wê ji aloziyê isbat kirin, her wiha di nêzîkatiyên wê derketin holê ku xebata we ya siyasî ji bo demokratîkbûyîna welat e.”

Dahûd bal kişand ku serkeftinên mezin li Reqa û Dêrazorê bi ked û xwîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeye Demokratîk dê riya li ber demokratîkbûyîna Sûriyeye veke û wê bibe bingeha xurtkirina piransîpên biratiya gelan û got: “Rewşa heyî xwe feriz dike ku em ê li hember xeteriyan, di nav de xeteriya parçekirinê, vegera desthilatdariya bi rengekî nû û berdewama şer de, li ber xwe bidin.”

Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Xelef Dahûd banga avakirina şandeyek danûstendinan a bê şert ku di qonaxa veguhertinê ya avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî kir

(bb)

ANHA