Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêvajoya duyemîn a hemleya ciwanan li Minbicê dest pê kir

MNBIC – Komîteya  Ciwan û Werzîşê ya  Minbicê, derbarê Hemleya”Welat welatê me ye, rizgarkirina soza me ye” belavok li şêniyên bajar belav kir.MINBIC-DEST-PEKRNA ‫(1)‬

Di çarçoveya dewamiya Hemleya “Welat welatê me ye, rizgarkirina soza me ye”,  Komîteya Ciwan û Werzîşê Minbcê, belavokên ku di têde wêne û nivîsên derbarê şehîdan de hebûn, li şêniyên  Minbicê belav kir. Her wiha di belavokan de wêneyên QSD û çalakiyên Komîteya Ciwan û Werzîşê, hebûn.

Têkildarî mijarê, Cîgira  Komîteya Ciwan û Werzîşê Sûreya El-Eshaq axivî û anî ziman ku wekî komîte ew piştgirî didin Hemleya Ciwanan a “Welat  welatê me ye, rizgarkirin soza me ye”.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev gava yekemîn ji pêvajoya 2`emîne.

(mh)

ANHA