Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pevçûn didomin, erebeyeke çeteyan hat teqandin

LEZGÎN,

 REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li derdora gundê Kas Icêl, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ′ê, teqandin.

Nûçegihanên me yên ku Hemleya Xezeba Firatê dişopînin, diyar kirin ku çeteyên DAIŞ′ê saet di 18.15′an de hewl dan bi erebeyek bombebarkirî hewl dan êrîşî noqteyên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yên li gundê Kas Icêl bikin. Erebe beriya ku bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hat teqandin.

Pevçûnên ku ji saetên sibehê ve, li derdora gundê Kas Icêl rû didin, didomin.

(mm)

ANHA