Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Pêwîst e em têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinê berdewam bikin’

ARAS YÛSIF – SîLVA MISEFA

HELEB – Jinên bajarê Helebê destnîşan kirin ku pêwîst e ew têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinê berdewam bikin.

Bi boneya nêzikbûna Roja Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinê ango 25`ê Mijdarê, jinên bajarê ji ajansa me re axivin.

Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman diyar kir ku ew weke rêxistina jinan ew ê kar û xebatên xwe ji bo rêxistinkirina jin û civakê dewam bikin.

HEVIN

Hêvîn bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku serê xwe hildin û li dijî tundiya li ser jinê kar û xebatê bikin û xwe ji fikir kevneperestî rizgar bikin.XAIDA

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Helebê Xalîda Ebdû wiha axivî:”Pêwîste kar û xebat li dijî tundiya li ser jinê ne tenê rojek be, pêwîst e têkoşîn neyê rawestandin. Jina li Rojhilata Navîn ji bo ku xwe îsbat bike gelek tekoşîn kir, lê belê hertim dibû qurbaniya zagonên ku mafên wê bipê dike û ew zagon hertim ji bo berjewendiyên zilam dihatin bikaranîn.”

Xalîda bi lêv kir ku jina Kurd gelek destkeftî di şoreşa Rojava de bidest xistin.

MEISA

Her wiha Endama Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk Meyasa Tecî ya ji pêkhateya  Tirkmen anî ziman ku ji ber kevneşopiyên civakê jina Tirkmen mîna hemû jinan gelek zehmetî kişand, ji ber vê yekê pêwîst e ku hemû jin bi hev re têkoşîn bikin û tunediya li ser jinê red bikin.

(bx)

ANHA