Têkilî | Derheqê me de

‘Pêwîste hemû partî ji bo Efrînê yekîtiya xwe xurt bikin′

LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO – Berpirsyarên partiyên siyasî yên navçeya Girkê Legê destnîşan kirin ku divê li dijî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû partiyên siyasî yekîtiya xwe pêş bixin. Da ku ji qurbaniyên şehîdan re bibin bersiv.

Berpirsyarên partiyên siyasî derbarê êrîşên Arêtşa Tirk a li ser Efrînê ji ANHA’yê re axivîn û gotin ku divê hemû partiyên siyasî li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Şefîq Ibrehîmk derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk destkeftiyên gelê kurd li tu deran qebûl nake û ev tişt anî ziman: “Êrîşa dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, ji sala 2012’an û vir ve ew êrîşî pirojeya demokratîk a kurd dikin. Piştî gelê kurd gelek destkeftî bidest xistin êrîşên wan zêde bûne. Êrîşa wan ji Serêkaniyê destpê kir, li Kobanê, Girê Spî dom kir, niha jî li Efrînê didome.”

Ibrehîm da zanîn ku êrîşa Dewleta Tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê her dem êrîşên wan ên li dijî gelê me têk diçin, gelê me bi israr û berxwedana xwe biser ketin.”

Îbrehîm her wiha da zanîn ku pîlanên Tirkiyê wê li Efrînê raneweste û wiha dirêjî da axaftinên xwe:”Dewleta Tirk dizane ku gelê kurd wê piştî hilbijartinên fedraliyê ber bi stas ve biçin. JI ber wê dewleta Tirk dijminatiya xwe ya faşist li ser kurdan zêde bike. Li ser vî esasî dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin. Armanca wan tunekirina gelê kurd û dawîanîna li destkeftiyên wan e. Heger li Efrînê biser ketin wê berê xwe bidin herêmên din, lê hêzên YPG/YPJ’ê û QSD’ê bi hemû hêza xwe berxwedanê dikin û dê serkefitnê mezin li dijî wan bidest bixin. Gelê kurd wê tevgera xwe ya li ser. LÊ gelê me bi berxwedana û tekoşîna xwe karîbûn bersiva êrîşên wan bidin. Banga min ji hemû partiyên siyasî re ew e ku yekîtiya xwe ya li dijî êrîşên Artîşa Tirk xurt bikin. “

Endamê Rêveber ê Partiya Wehdê ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Faxir Ebdulah di destpêka axaftina xwe de êrîşên Arêtşa Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got ku divê hemû partiyên kurd li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û wiha dom kir: “Divê em yekîtiya xwe ya li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin. Pêwîste em di vê rewşa heyî de hebûna xwe û yekîtiya xwe xurtir bikin. JI ber heger em derbarê Efrînê de bê deng man, wê rê li ber dijminên gelê kurd vebe ku li cihekî din jî êrîşan pêk bînin.”

Mudîra Buroya Partiya Nûjen a Demokratîk Şemsa Ibrehîm El-Ezîz jî got dewleta Tirk hemû behane derxistin da ku êrîşî Efrînê bike û ev tişt anî ziman: “Efrîn cihê bi ewle yê hemû gelê heêrmê bû. BI hezaran koçberên ji hemû aliyên Sûriyê li wir xwe bi cih kiribûn. Lê bi pêkhateyên Bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan wê Berxwedana Serdemê ya Efrînê serbikeve. Efrîn wê bi tekoşîna gel û şervanên xwe serkeftina hemû herêmê bidest bixe. Em rola jinan jî jibîr nekin, ji ber jinan di berxwedana Efrînê de dîroka berxwedanê xêz kirine.”

(dc)

ANHA