Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêwîstiya 5 zarokên malbatekê bi alîkariyan heye

KAMÎRAN XUCE

MINBIC – 5 zarokên ji heman malbatê astengdar in, tenê bi alîkariya dê û bavê xwe tevdigerin û tu saziyên mirovahiyê alîkariyê nade wan.

Ehmed El-Hac ji gundê Qişla Yûsif Başa ku dikeve herêma bendava Tişrînê ya 30 km rojhilatî Minbicê, ew bavê 7 zarokan e, jê 5 astengdar in û nikarin bê alîkariya dê, bav û birayên xwe yên dîtir tevbigerin an jî xwarin bixwin.

Ehmed bi hêviya alîkariyê, ev zêdetirî du meh in ku di nava saziyên alîkariya mirovahiyê yên li Minbicê ku hejmara wan derdora 13`an digere.AHMED AL CAC

Li gor Mihemed diyar kir dema serdana her saziyek dike, wî rêdikin gel ya dîtir û bi hinceta ku saziya alîkariyê tenê di nava Minbicê de dixebite, xwesteka wî paşguh dikin. lewam Ehmed heta niha tu saziyek ku desteka wî bike û taybet di warê dayîna derman de nedît.

Bavê 5 zarokên astengdar bi riya ANHA`ê re bang li saziyên alîkariyê kir û got: “Hêvîdar im ku saziyên mirovahî û cîhanî alîkariya zarokên min bikin  û taybet jî ya tendirustî û desteka alîkariyê bidin.”

Hevserokê Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê Munzir Bedir da zanîn ku bi sedan malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û piranî berê xwe didin navenda Rêxistina Minbicê, ji ber ew tekane rêxistina herêmî ye.

Bedir diyar kir ku wan ji berê de û heta niha bang li rêxistinan kirin ku çavên xwe li rewşa mirovahî negrînin, gelek rewşên zehmet hene, hin mirovên astengdar an jî ziyan ji şer dîtine hene û di warê aborî de lewaz in û nikarin pêwîstiyên xwe yên serek bicih bînin.MINZER BEDER

Hevserokê Rêxistina Alîkariya Minbicê wih pê de çû: “Em hewl didin, li gor derfetan alîkariyê bidin.”

Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê , herêmî ye, yek ji rêxistinên herî çalak e û bi gel re dimildest dide û distîne, lê ji ber tu alî yekser piştevaniya wê nakin, alîkarî bi awayekî rêkûpêk jê re nayê.

(nse)

ANHA