Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêwistiya bi hezaran koçberên Dêrazorê bi alîkariyê heye

Dîmen

MEED EL-SELÛM

DÊRAZOR – Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên ê Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Parêzer Tariq El-Reşîd bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi hewara koçberên li kampa Dêrazor ve werin.

DERZOR-REWSA-KOCBERAN (1) DERZOR-REWSA-KOCBERAN (3)

Li gorî lêkolînên Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazor, hejmara koçberên ji Dêrazor ên ji herêmên di bin serweriya hêzên rêjîmê de xwe spartina herêmên di bin parastina QSD‘ê de gihîştiye navbera 34-36 hezaran. Li kampa Dêrazor a gundê Ebû Xeşeb ê 105 km dikeve bakurê rojavayê bajarê 144 malbat hene.

Li ser rewşa koçberên kampê Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Parêzer Tariq El-Raşid got: “Li kampê  nexweşî belav bûne. Di nav de nexweşiya laşmaniya. Li gorî agahiyên ji Komîteya Tendurisityê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazor 30 kes bi laşmaniya ketine. Rêxistinên tenduristî jî alîkariyan naşînin.”

Tariq diyar kir ku li kampê av û nan kêm e û firne rawestiye û got ku tevî derfetên wan kêm e jî wan hin kes ji bo belavkirina nan û navê li koçberên şêniyên gundewarên bajarê erekdar kirine.TARIQ RASID

Tariq El-Reşîd bal kişand ku ew ji bo şandina alîkariyan bi rêxisitnên mirovî re civiyan e û got: “Em bi gelek rêxistinên mirovî re civiyane, wan jî soza şandina alîkariyan dan. Hin rêxistinan alîkar şandin, wekî ya Konsêrin 15 sarîcên avê, 600 pakêtên xwarinê şandine. Rêxistina alîkariyên Mirovî 286 pakêtên ji pêwîstiyên tenduristiyê, Rêxistina Buhar jî 256 pakêt ji pêwîstiyên metbexê û 40 çadir şandine. Ev alîkarî ji destpêka vekirina kampê dema hejmara koçberan kêm bû, hatin şandin, lê piştî hêzên rêjîmê li herêmên başûrê çemê Firatê serwer bû, hejmara koçberan zêde bû.”

Hevserokê Buroya Rêxistinan û Karûbarên Mirovî yê Meclîsa Sivîl a Dêrazor Parêzer Tariq El-Reşîd bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi hewara koçberên li kampa Dêrazor û navedên hatine bicihkirin ve biçe. Her wiha bang li rêxistinên rakirina mayînan kir ku dibistanan ji mayînan rake.

(bb)

ANHA