Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pêwîstya Mûsilê bi rizgarkirina duyemîn heye-1

ANALÎZ

SÎHANOK DÎBO

Roja 9ʹê tîrmehê ji gelê Mûsil, Îraq û tevahiya herêmê re ne rojeke normal bû. Wekî çawa roja 14ʹê hizêrana 2014ʹan li Mûsila ku ji aliyê DAIŞʹê ve hate dagirkirin rojeke felaket bû. DAIŞ ne ji qomê çêbûye. Raste fikrê DAIŞʹê bi qomê re bûye yek. Anternatîfê DAIŞʹê yê demokratîk nebû, ji ber wê fikrê wê yê tundrew beranberî demokrasiya radîkal derketiye hole. Ev sedema wê yekê bû ku hesab binûsrî hev bûn. Ev fikrê ku nûnertiya mîrasê DAIŞʹê dikeye, di serî de dewleta Tirk a Osmanî hêza ku nûnertiya wan dike. Di vir de giringtirîn pirsa ku derdikeve hole, kê Mûsilê radestî DAIŞʹê kir?. Ji qunsilisê Tirkiyê ku bê ziyan bighêjê ji Mûsilê derket û heta hebûna partiya Baas a Îraqê  ku demekê diktatoriya xwe li ser gelê Îraqê feriz kiribû û digotin ku ew nûnertiya siniyan dikin. Di heman demê de komên ên Îraqê ku destê wan di rêvekirina ji DAIŞʹê re hebû.  Gel ne wisaba wê çawa Mûsil ku duyemîn bajarê herî mezin ê Îraqê ye ket dest sedan ji komên tund rew ên kafir.

Mûsila ku bi 6 rengan hatiye xemilandin, dê kî parstina wê bike, dê çawa were rêveberin. Ereb, kildan, kurd, asûrî, sina, şîa û êzîdî, her wiha şebek jî li wir jiyan dikin. Bajarê Mûsil û gundên Mûsilê. Mûsila di aliyê rêveberiyê de hatiye parçekirin, deşta Nînewa dê çawa be?

Bi rastî bersivdayîna van pirsan û encama wan dê wekî rizgarkirina duyemîn ku ji Mûsilê re pêwîst be.

Bi rastî bersiva pirsên li jor heger hatin dayîn, dê wekî rizgarkirina duyemîn ku pêwîstiya Mûsilê pê heye be. Heger nimûneyek demokratîk be, dê Mûsil careke din nekeve. Lê heger ne wiha be, dê Mûisl wekî Îraq û herêmê li ber ketinên pir mezin û giran be.

DAIŞ kiye, dayîk û bavên wê kîne?

DAIŞ ne ji valatiyê hatiye!. Lê belê ji xwe re hebûneke civakî û siyasî di herêmê de dît. Hebûna DAIŞʹê ji ber hebûna pir a mirovan û nerînên fikra olî ya tund rew ku di encama tolhilda û tunekirina aliyê din pêk hatiye, derket. Bi tayebt piştî ketina Mûsilê ku bi lez li pêş çavê her kesî û dijminên wan jî pêk hat. Tevî vê yekê bi lez biryarê dide û komên herêmî û navdewletî tevlî biryarê dibin, hin ji wan dijberiya wê dikin. Raste dibe ku dijberiya wê dikin, lê destê wan bi xwe di çêkirina wê de heye.

Li ser navê rêveberiya aloziyê û kêmkirina metirsîna ku ji aliyê derbasbûyî de heta ya xetertir hatiye, wekî desthiladarê herêmî û rêgeza zulma wî, wekî desthiladarên herêmî û zordariya wî ya netewî, olî, û netewa tundrew e. Di heman demê de wekî desthildariya cîhanî ku her dem kêşeyên xw yên hindir derdixe derve û aloziya çêdike, bi vê yekê jî gelê xwe bi zanebûn dixapîne. Ev bi gelek sedeman pêk tê ji wan: Di hindir de zulim û desthiladariya xwe rewa dike, bi vê yekê zordariyê li ser gelê xwe dide meşandin. Di aliyê derve de jî, ji bo aloziiyê çêbike û bi xwe tevlî dibe da ku siyasetên xwe bidin ferizkirin. Di aliyê herêmî de jî rêjîmên desthiladar ên Rojhilata Navîn jî di pêkanîna terorê de hene. Girtîgehên xwe vala kirin û rojane terorst derdixistin û berê wan dan herêmê. Bi vê yekê xwestin ji cîhanê re bêjin ku şoreş nîne.  Lê belê komên terorist hene. Berê wan jî dan cihekî. Ya ji hemûyî girîngtir ew ku hêzên desthiladar di vê yekê de kêm be jî bi ser ketin û xwe derxistin pêk. Ji bo vê yekê jî ketin bin çarçeva teroristê tevliheviya di herêmê de zêde kirin.

Çavkaniya biryarê ji gelek dewletan derket, ev pirbûna dewletan ji vedigere rêjîma ku dewletê birêve dibe. Ji ber hebûna dewletê bi xwe di çêkirina DAIŞʹê de hebû. Ev yek dighêje asta ku carna di navbera xwediyên biryarê bi xwe de jî li ser hin biryaran şer derkeve. Rêjîma Tirkiyê wekî nimûne, gelek kom li ser xaka xwe kom kirin û di nava 4 salan de berê wan dan da ku şerê gelê Rojava-Bakruê Sûriyê bi hemû rengên wan bikin. Niha bi xêzeke pênûsê xwe ji lîstoka xwe paş de dikşîne.

Lêkolînek piratîkî ji DAIŞʹ re, ne bi rengê xwe yê zanistî û piratîkî encamê dide ku DAIŞ bi xwe xwe dispêre sê bingehên sereke. Bi wan ji aliyê jê sûd wergirtin, zêde sûd wergirt, ev di hemû herêmên dagirkir an jî radestî wê hate kirin, pêk hat.

Bingeha yekem: Nermahî û nirxandina rewşa heyî û ji wê sûd girtin. BI vê yekê ji şerê navxweyî yên li Lubanê, her wiha ji dersên Bin Ladin û ji ezmûna li Efganistan û Bakistanê jî sûd wergirtin. Bi vê yekê ji xwe re mayîna bi hêz qezenc kir, tevî ku aliyek ji aliyê şer e jî. Lê karîbû parstina hêza xwe bike. Ev yek piştî ku Artêşa Azad girtin nava xwe, paşê ew kirin wekî hêza Qaîda û dewleta Islamî ku li ser erda Sûriyê ji aliyê wan ve hate avakirin.

Bingeha Duyemîn: Di vir de jî dewletê xwe spart rola memûrwariyê, Hemû beşên civakê û bi teybet ciwan bi rola memûrwarî di nava DAIŞʹê de bikar anîn. Wan iqna kirin ku çareserî eve bi taybet piştî derketina zêdeyî 2 hezar komên çekdar li Sûryê. Ev li gorî lîsteya ku ji aliyê Urdisnê vehatiye hazirkirin û heta niha ne hatiye weşandin. Rapora Urdin li gorî biryara Viyena ya cotmeha 2015ʹan hatiye hazirkirin. Rola memûrwarî yek ji lîstokên dewletê ye. Di şerê Şamê de wê diyarker be.

Bingeha Sêyemîn: Domandina şer û bikaranîna şert  û mercên hindirîn li gorî bûyerê. Ev jî ji fikrê Qaîda ya Efganistan hatiye girtin. DAIŞʹê heman pêkanîna li SÛriyê pêk tîne. Dewlet tu siyasetan ji bo bighêje armanca xwe nahêl. Her ku şer dirêj kir, dewlet dikare bimîbne û bingeha xwe xurt dirêj bike, wiha jî ji herêmekê derbasî ya din dibe. Hin cihan beranberî hin cihên din digre. Wiha derfetê wê yê mayîna serkeftî derdikeve, pêkanîna fikrê xîlafetê li herdû aliyê sînor ê ÎRaq û Sûriyê yek ji wan bû.

Di nerîma min de ev bingeh ji rêgeza ku tê zanîn ya Ibin Xeldûn di destpêka wê de hatiye pêkanîn. Ew jî ew ku gotinên di qonaxa avakirina dewletê û şer de dihêle ku gotin bibe xwediyên Şûr (hêzê), paşê jî çi aramî pêk were, dê gotin bibe ji xwediyên pênûsê re, li gorî nerîna DAIŞ, pênûs avakirina dewleta xîlafetê bû. Ji wê re jî amadekariyanavdewletî pêk hat.

Li gorî vê nerînê û di çarçoveya siyaseta terorst a tundrew de, stratejîk wêrankarî hate avakirin. Ev rewş derket, tu giringî ji ş eklê derketinê re ne hate dayîn. Em carna wê kirêkirî dibînin, carna derbaskirî û carna bi xwe heye. Di vê rewşê de DAIŞʹê di aliyê cografî de pêşket, leşekî bê serî ava kir. Di nerîna min de ev stratejiya wan bû tektîkek wê ber bi tunebûnê yan veşartinê ve bir. Dibe ku dema pêwîst bike careke din derkeve.

Aliyek ji lêkolîna ku min di 26ʹê hizêrana 2014ʹan de, yanî piştî 2 hefteyan ji dagirkirina DAIŞʹê ji Mûsilê re nivîsan dibû wihaye:

http://www.ahewar.org/debat/show.art.asp?aid=421080

SIBA: Rizgarkirina Mûsila yekem û duyem

(dc)

ANHA