Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Peymangeha Ariya cihê zindîkirina mûzîka Kurdî ye

XANDÎ ELO

EFRÎN – Ji gurupeke biçûk a mamosteyan û bi derfetên kêm, dikaribûn yekemîn peymangeha mûzîkê li ser asta Rojava û Bakûrê Sûriyê vebikin û niha bûye meqsedê bi sedan ciwanên herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê. Ji bo nîşandana çand û mûzîka Kurdî jî, peymangehê çend proje daniye pêşiya xwe.EFR-CINDIRESE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(1)‬

Di şoreşa Rojava de, gelê Rojava û taybet ciwanên wê di gelek aliyan de tevî derfetên kêm û bê tecrûbe, destkeftiyên gelek mezin ku tevahî cîhanê lê matmayî dimîne, bi destxistin. Çand ku wekî nasnameya civakan tê naskirin, lê çanda gelê Kurd ku bi sala ne ji aliyê sîstemên ku Kurdistan dagirkiribûn hatibû înkarkirin  û asîmlesyonkirin, bi destpêkirina şoreşa Rojava re ji bo zindîkirina çanda Kurdî û parastina wê, gavên ber bi çav hatin avêtin û cihekî tayebt jê re hate veqetandin. Di vê çarçoveyê de, li Kantona Efrînê peyamangeha Ariya ya mûzîkê ji aliyê gurupeke biçûk ji mamosteyan û bi kordîneyaTevgera Çand û Hunerê ve, hate vekirin.

Peymangeh di sala 2012`an de hate  damezrandin

Peymangeha Ariya di meha Gulana 2012`an de li navçeya Cindirêsê hate damezrandin. xebatên peymangehê bi keda  komek bi çûk ji mamosteyan mûzîkê dest pê kir. Mamosteyên ku li Peymangeha Mûzîkê ya bajarê Helebê xwendina xwe bi dawîkirine, xwestin ji bo çanda Kurdî kar bikin û çanda ku hatibû paşguhkirin, jinûva zindî bikin.EFR-CINDIRESE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(154075649)‬ ‫‬

Mazmosteyan pêvgava damezrandina peymangeha mûzîkê pêşkêş kirin û di sala 2012`an de vekirin ku îro bûye meqseda sedan ciwanên nifşên pêşerojê yên herêma Cindirêsê, da ku fêrî  mûzîkê bibin û filoklora Kurdî nas bikin. Her wiha mamosteyan dixwast bi rêya peymangehê vejînkirina filoklor û çanda Kurdî li Kantona Efrînê.

Koma mamosteyan bi derfetên kêm amûrên mûzîkê wek Qanûn, Okrdyon, Kemançe, Pyano, Ûd, Gîtarê û Tembûr, peyda kirin. Armanca peydakirina van amûrên mûzîkê ew bû ku ciwanên tevlî peymangehê bibin û bi awayekî akademîk û pîşeyî li ser amûrên mûzîkê perwerde bibin.

Vekirina peymangehê roleke mezin di pêşxistina çand û hunerê li navçeya Cindirêsê lîst. Her wiha beşdarbûna ciwanên navçeya Cindirêsê nava peymangehê,  serkeftin perojeya vekirina peymangehê de misoger kir.EFR-CINDIRESE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(154075651)‬ ‫‬

Piştî peymangeh hat vekirin, komîteya perwerdehiyê hat  avakirin û xebatên çavdêriya peymangehê, dayîna dersên teorîk û piratîk û rêxistinkirina saetên dersdayînê, hate destpêkirin. Bi vekirina peymangehê re rêjeya beşdarbûna ciwanan zêde bû.

Peymangehê pêşwaziya jin û hunermendên kantonê jî kir

Peymangehê bi pêşwazîkirina ciwanan dest bi xebatên xwe kir. her wiha bi belavbûna dengê peymangehê li herêmê jî gelek jin û hunermendên kantonê beşdarî nava dewreyên akademîk ên peymangehê bûn. Di vê çarçovê de, di sala 2016`an de yekemîn dewre peymangehê ji 7 kesan bi dawî bû, beşdarên dewreyê piştî derbasî ezmûnên dawî bûn li Nevenda Çand û Huner a Navçeyê şahiyek li darxistin. Ev dewreya yekemîn a peymangeha Ariya li ser asta Kantona Efrînê a yekemîn bi vî rengî hat binavkirin û  beşdarên dewre bidawî kirine di şahiya derçûna dewreyê de, bi 5 zimanan stran gotin.EFR-CINDIRESE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(154075653)‬ ‫‬

100 xwendekarên mûzîkê di peymangehê de hîn dibin

Hejmara beşdarên dewreyên perwerdehiya mûzîkê ya peymangeha Ariya zêde dibe, bi taybet di demsala hevînê de piştî sala xwendinê bidawî dibe. Niha zêdeyî 100 xwendekarên mûzîkê di peymangehê de fêrî hunera mûzîkê dibin. Peymangeh pêşwaziya beşdarên temenê wan di navbera 6-30 salî de dike, ji ber şênî zêde dixwazin fêrî  mûzîkê bibin û kevneşopî û filoklora kurd nas bikin. Peymangeh jî ji aliyê xwe ve, zêde şert giran nade  pêş beşdaran.

Peymangehê bi hunerên xwe beşdarî Newroza sala 2012 û 2013`an bû û stranên filokorî  pêşkêş kir û di şahiyên roja zimanê Kurdî de beşdar bûn. di sala 2014`an de peymangehê beşdarî hefteya çandê bû, ku ji aliyê Desteya çand û Huner a Kantrona Efrînê hatibû organîzekirin. Di sala 2016`an de klîpek li ser cejna Newrozê bi navê Newroz tomar kir, ku ji awazên  peymangehê bû û gotinên helbestvanê Kurd Cegerxwîn bû.EFR-CINDIRESE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(154075652)‬ ‫‬

Ariya amadekariya bi dawîkirina dewreyeke nû ji xwendekaran re dike

Peymangeha Ariya amadekariya bi dawîkirina dewreya nû ku 30 xwendekaran têde beşdarin dike. Xwendekar beşdarî ezmûnên teorîk û pratîk dibin û xwendekarên serkeftî dewreya xwe bidawî dikin. xwendekar di vê dewreya ku piştî  2 salan bi dawî dibe de, bi awayekî akademîk fêrî stran û tevahî amûrên mûzîkê dibin.

Ji xebatên peymangehê pirtûkek li ser amûra Tembûrê û kilîpek nû

Peymangeha Ariya, bi armanca pênasekirina amûrê Tembûrê ku di nava gelê Kurd de bi nav û deng e û yek ji amûrên sereke yên kevneşopî û çanda mûzîka Kurdî ye, pirtûkekê li ser amûrê Tembûrê dinivîse. Her wiha bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya herêmê û beşdarbûna hin hunermendên navdar ên kantonê vidyo kilîpekê bi navê Şehîd  amade dike. Di demên nêz de jî peymangeh amadekariyên bi dawîkirina dewreyeke nû di bin dûrişmeya”Ji tunebûnê ber bi hebûnê ve”, dike.MIHEMED EBD REHMAN

Têkildarî mijarê, Mihemed Ebdulrehman ku yek ji endamên damezrêner ên peymangeha Ariya û endamê rêveber ê paymengehê ye, ji ANHA`yê re axivî. Mihemed Ebdulrehman ku di peymangeha amadekirina mamosteyên mûzîkê de xwendina mûzîkê bi dawî kiriye, diyar kir ku wan bi armanca nîşandana çanda Kurdî ji ciwanan re peymangeha Ariya vekirin û wiha domand:”Divê filoklora Kurdî li herêma Cindirêsê ji nû ve bê vejînkirin û bi awayekî layiqî  filoklora Kurdî ku zarok filoklora bapîran nas bikin û wê filoklorê jiyan bikin û ji windabûnê biparêzin.”

(rr/kc)

ANHA