Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Peymangeha Ariya dewreya duyemîn derçûn kir

EFRÎN – Li Peymangeha Ariya ya Mûzîkê ya Kantona Efrînê, dewreya duyemîn a perwerdeyê bi şahiyekê, bi dawî bû.EFR-CINDIRESE-SAHIYA-DECUNE-YE-PAYMENGEHA-ARYA ‫(185860614)‬ ‫‬

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Herêma Cindirêsê, hate  lidarxistin. Di şahiyê de, Rêveberên Desteya Çand û Hûnerê, saziyên sivîl Ii Efrînê û bi dehan welatiyan, amad  bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê senvizyonek derbarê stranên şagirtên ku dewreya perwerdê bi dawîkirine, hate  pêşandan.

Paşê, Hevseroka Desteya Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê Şîraz Hemû û Rêveberê  Peymangeha Ariya Azad Reşo axivin û dawîkirina dewrê li beşdaran û şagirtan pîroz kirin.

Axaftvanan, rola endamên ku perwerdeya xwe bi dawîkirine, di nava civakê de û belavkirina fikir û  çanda Kurdî, da ku  neyê asîmlekirin, anîn ziman.

Paşê, 36 endaman û rêveberên Peymangeha Ariya hin stranên xwe gotin.

Di dawiyê de, 8 endamên ku perwerde bidawî kirin  hatin xelatkirin û bawernameyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser erê kirine, li ser şagirtan hatin belavkirin.

Şagirtên ku pewerdeya xwe bidawî kirine, ev bû  du salin li ser stranan û amûrên mûzîkê, perwerde dibin. Her wiha şagirtan ezmûnên teorîk û piratîk jî, kirin.

(jo)

ANHA