Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pîlanên Beşîqayê gelê Êzidî dixe xeteriyê

DOSYA

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi zêdebûna hejmara leşkerên artêşa Tirk a dagirker li wargeha Başîqayê re, metirsî li ser rewşa kêmnetewên herêmên nêzî Mûsilê re zêde dibe. Îstîxbarata MIT a Tirkiyê partiyan û milisên sunî bi kar tînin da ku projeyên xwe yên dagirkerina herêmê pêk bînin, bi vê yekê Başîqa dibe xala derbekirina êzidiyên Şengalê û derbekirina destkeftiyên wan ên di herêmê de.

Hebûna Tirkiyê, di herêmên di bin serweriya komên radîkal de yên li Iraqê kevin e. Di sala 2003‘an de, di dema daketina ezmanî ya hêzên Amerîkayê li herêmên nêzî Kerkûkê de, 11 çekdar hatin girtin, diyar bû ku ew çekdar girêdayî dewleta Tirk in. Li ser vê yekê rojnameya Tim a Amerîk raporeke bi sernavê “Tirk derbasî Iraqê dibe”,  Colonel ê Amerîkî Bill Mayfell tekez kir ku artêşa Tirk bi itifaqa bi Partiya Baraznî re  hebûna xwe li  başûr xurt dike, artêşa Tirk bi hinceta şerê li dijî Tevegera Azadiya Kurdistanê û parastina ewlekariya Netewî ya Tirkiyê derdora 20 bargehên leşkerî û bi dehan navendên xwe yên istîxbaratê li herêmên başûr ava kir.

Civaka Êzidî ya li başûrê Kurdistanê her dem dibe qurbaniya polîtîkeyên Berezanî, Tirkiyê jî hemû hewldanan dike da ku dest deyne ser herêmê. Ji komkujiya Sîba Şêx Xidir û Tel Ezîz yên sala 2007‘an heta fermana Êzidiyan a Şengalê ya 2014‘an û êrîşên li ser Xanesorê Tirkiya her tim di nava tevgerê de bû da ku armancên xwe yên dagirkirî pêk bîne,  niha jî li bargeha Başîqayê wiha ye. Girîngiya Başîqayê çiye,  yên li wir kîn e, AKP‘ê bi avakirineke çeteyên bi wekîlan çi amadekariyan dike û kî dibe hedef?

Girîngiya stratîjiya Baqşîqa ji bo Tirkiyê çi ye

Herêma Başîqa ji nûqteyên herî stratîjîk e û girîngiyeke xwe ji bo parêzgeha Mûsilê heye, bi xwezaya xwe çiyayê tê nasîn. Li vê herêmê çiyayên Başîqa, Meqlûb û Mexar hene. Beşeke berfireh ji sînorê rojhilat û bakurê Mûsilê digire û li beramberî bajarê Mûsilê, Til Keyf û Elî Reş û Şelalt heyanî derdora Til Eferê ye.

Piraniya niştecihên vê herêmên êzidî ne, her wiha suryan, asur û şebek jî lê jiyan dikin, di herêmê de pîrozgehên êzidî, dêrên xiristiyan ên Arthedox û Kathelok hene, li çiyayê beramberî Mûsilê cihên girîng ên şûnwarî hene. Li vir darên zeytûnan ên ji cureyên baş tê naskirin, li ser vê yekê navê “Erd El-Zeytûn” lê hatiye kirin.

Başîqa ji aliyê Tirkiyê ve nûqteya herî nêz a ji herêmên sunî yê Iraqê ye, mesafeya di navbera herdu aliyan de 95 KM e.  Her wiha navbera stratîjîk e ya di navbera sînorê di navbera parêzeha Dulok ku piraniya niştecihên wê sunî ye, riyeke bejahî digihêje deriyê sînor ê Ibrahîm El-Xelîl. Artêşa Tirk bi riya vê deriyê derbasî di navbera Başîqa û Başîqayê dibe bêyî ku tu astengî were derxistin, ji ber ku zêdetirî 18 bargehên leşkerî û navendên istîxbaratî li Dukokê hene, di sala 1995‘an de bargeheke leşkerî li Başîqayê ava kir û di sala 2015‘an bi çekên giran xurt kir.

Barzanî hebûna artêşa Tirk û alîgirên wê li Başîqayê xurt kir

Piştî ku bajarê Mûsilê ket destê DAIŞ‘ê, lihevkirinên siyasî di navbera hêzên herêmî de çêbûn, Parêzerê Mûsilê Asîl El-Nicêfî û birayê xwe Usama El-Nicêfî ku Serokê Meclîsa Cigîrên Îraqê ye, kesên ku destê wan di itîfaqên li ser Mûsilê hene, çûn serdana bajarê Başîqayê ku ev cih ji xwe re û milsên xwe yên Sunî yên bi navê El-Heşid El-Wetenî kiribûn bargeheke leşkerî da ku şerê DAIŞ‘ê bikin, li ser vê yekê milîsên Turkmen jî hatin avakirin û li gel El-Heşid El-Wetenî destwerdan di bargehê de dikirin.

Beşek mezin ji herêma Mûsilê di destê malbata El-Nicêfî de ye, ev malbat bi dijminahiya xwe ya bi gelê kurd re û hezarkirina xwe ya bi Tirkan re tê naskirin, El-Nicêfê di destpêkê de daxwaza referendûma Mûsilê kirin da ku Mûsilê tevlî Tirkiyê bike.

Di demên dawî de, şerên bi axaftin û daxuyaniyan di navbera Tirkiyê û hikûmeta Iraqê de zêde bûn. Li ser hebûna Tirkiyê di Başîqa de û tevgera wê ya bê agahdarkirina hikûmetê, ji xwe Tirkiyê bi riya rêveberiya Hewlerê tevdigere. Herî dawî Tirkiya daxuyaniyeke da ku ew ji beşek leşkerî xwe ji herêmê vekişîne, ev yek tenê şeklî û ne zêde.

Bi destpêka tevgera hikûmeta Iraqê û milisên Şîa ber vi rizgarkirina Mûsilê û rizgarkirina herêmên berfireh ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê re, Erdogan jî wekîlên xwe yên li Iraqê partiya Barzanî û Malbata El-Nicêfî xist nav liv û tevgerê, îro li Başîqa Barzanî, Nicêfî û Erdogan li hev civiyan, li wir Erdogan partiyeke Sunî ava kir da ku milîsên wan bide bi çekkirin û mûceyên wan bide da ku li gorî siyastên xwe yên dagirkerî pêk bîne.

Bersiva ku bala mirov dikişîne, Tirkiyê ne endameke Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Iraqê ye û ne jî cihê wê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de heye, gelo di Başîqayê de çi dike û niyeta wê çi ye?

Metirsî li ser mayîna Êzidiyan heye

Wekî çawa li Heleb, herêmên Şehbayê, Erdogan heman siyasetên xwe di şerê Mûsilê de dimeşîne. Di heman demê de artêşa Iraqê û milîsên El-Heşid El-Şabî li Mûsilê li dijî DAIŞ‘ê şer dikin, dewleta Tirk partiyên xwe yên sunî û rêxistinên turkmen û sunî ava dike da ku hêzeke çekdar li ser esasê mezhebî mîna ya El-Heşid El-Wetenî, Mertala Firatê ava bike. Li wir li Başîqayê pîlanên xwe yên siyasî û  leşkerî li dijî êzidiyan pêk bîne. Lê milîsên girêdayî wê ne di aliyê raginadinê û ne jî şerê DAIŞ‘ê nekirin.

Dewleta Tirk dê wekîlên û rêxistinên xwe yên alîkariyê li wargeha Başîqayê û cihên din ên ku koçberên Mûsil û Til Eferê  tevbigerîne û wan li Sûriyê jî bide bi karanîn, her wiha hebûna êzidî û gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bixe metirsiyê.

‘Em bebûl nakin ku Başîqa bibe nûqteyeke li dijî êzidiyên Şengalê‘

Çalakvanê Êzidî yên ji Rojava, Nesîm Şemo anî ziman ku ew ji tevgera Tirkiyê ya li Başîqa û Behrezanî ne rihetin û got ku hebûna Tirkiyê di herêmê de tê wateya guhertineke demografîk. Şemo destnîşan kir Başîqa ji bo wan navendên serek ên çandî û olî ne, her  wiha nuqteya parastina êzîdî û çanda wan a herêman Şêxan e. Şemo destnîşan kir ku hembûna artêşa Tirkiyê li wir ne cihê nerehetiyê ye.

Nesîm Şemo got: “Tirkiyê li Serêkaniyê êrîşî me kir, Cebhet El-Nûsra derbasî bi dehan gundê Êzîdî kir. Bi Barazanî û hêzên herêmî re pîlan kirin da ku Êzidiyên Şengalê qir bikin. Em hebûna wan li ser xaka Êzidiyan qebûl nakin, gerke gelê me li hemberî pîlanên Erdogan û Barazanî bibin yek.”

‘Hebûna Tirkiyê tê wateya hebûna DAIŞ‘ê‘

Çalakvana Êzidî ya navçeya Başîqa Besma Çeço bi riya email ji ANHA‘yê re metirsiya xw li ser hebûna Tirkiyê di herêmê de anî ziman û got ku qebûl nakin ku Tirkiyê di herêmê de bimîne. Besma Çeço got: “Em wekî êzidiyên herêma Başîqayê, me naxwast ku Tirkiyê di xaka me de bimîne, ji ber ku destekê dide komên radîkal û sedemên aloziya vir e, hebûna wan li vir yanî hebûna DAIŞ‘ê ye, em ji niyeta wan ne rihetin, niyeta wan her kes dizane ku xeteriyeke li ser êzidiyan e.”

3‘yê Adarê îsal, çekdar û milîsên ku li Başîqayê ji aliyê MIT, Barazanî û Zerevanî hatibûn perwerdekirin êrîşî Xanesora Şengalê kirin, di encamê de hejmarek ji rojmanevan û endamên Hêzên Asyîşa Êzidxanê şehîd bûn. Li ser vê yekê nerazîbûn ji aliyên civaka Kurdistanê û raya giştî hatin nîşandan û bang hate kirin ku sînor ji pîlanên Erdogan û Barazanî re bête danîn.

(bb/dc)

ANHA