Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pira El-Kulî dê jû nû ve were çêkirin

ŞIHAN EL-EHMED

TIL HEMÎS-  Şaredariya Gel a Til Hemîsê destnîşankir ku ew ê bi alîkariya Desteya Şaredariyan re lihev kirine ku Pirekî li şûna Pirê li ser riya Til Hemîs Û Til Merûf ku hatiye rûxandin dînin.TIL HEMIS-CEKRNA CSER (3)

Pira El-Kulî yê Til Hemîsê li ser Çemê Cerah  û 13 kîlometreyan li bakurê bajare, navê Pir ji navê gundê Şermûx El-kulî girtiye. Ev pir yek ji girngtirîn pirên ku Tıl Hemîs bi gundên Qamişlo ve girêdide.

Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra dema herêma Til Hemîs dagirkiribûn hewl dan pir biteqînin, da ku hêzên YPG/YPJ’ê pir bi kar neyîn, lê di vê yekê de biser neketin ku bi temamî hilweşînin, lê ji ber teqînê pir xira bû.

Piştî harêm ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin, pir dihate bikaranîn, lê ji ber ku kemyonên mezin di ser pir re diçûn, pir hate xwarû ji 4’ê tebaxê ve êdî ji xizmetê derket.

Ji ber girîngiya pir di aliyê çûn û hatina welatiyan de welatiyan bang li saxiyên têkildar kirin ku di zûtirîn dem de pir temîr bikin, an jî çareseriyeke peyda bikin. Şaredariya Til hemîs jî ev mijar bi Desteya Şaredariyan a kantona Cizîrê re nîqaş kirine, di encmaê de komîteyek endizyaran a girêdayî destyeê pir lêkolîn kir û lêkolîna xwe ji destyeê re pêşkêş kir. Di encamê de biryar hate dayîn ku pir ji nû ve were çêkirin.FATIMA

Teklîfeya çêkirina pira nû jî wekî 14 milyon û 826 hezar lîreyên Sûriyê hate destnîşankirin. Hevseroka Şaredariya Gel a Til Hemîs Fatma Ehemed El-Etiya têkildarî mijarê got ku wan mijar lêkokî kir û li gorî wê dê riyekê vebikin da ku tirmpêlên biçûk niha di sere diçin û tên. Ev yek tenê ji bo riya çûn û hatinê hebe. Niha jî dê pir bi çimento û hesin were çêkirin da ku erebeyên mezin jî di ser e hertin.

Pira Şermûs (Pira Kulî) yek ji kevintirîn pirên kantona Qamişlo ye û dîroka avakirina wê vedigere sala 1943’an.

(dc)

ANHA