Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piranya şêniyên El-Cirniyê mazot wergirtine

Dîmen

TEBQA – Komîteya Xizmetguzarî ya Meclîsa Sivîl a bajarokê El-Cirniyê heta niha mazotê li %80  li şêniyan belav kiriye û belavkirina mazotê didome.TIBQA-MAZOT (1)

Belavbûna mazotê ku li her sê xetan El-Cirniye, Saykol û Mehmûdlî didome, heta niha nêzî 429800 Litir mazotê li 2149 malbatan hatiye belavkirin.

Endamê komîteya Xizmetguzarî Ehmed El-Îsa El-Ferec, diyar kir ku belavkirin li xeta rojava û bakurê El-Cirnayê bi dawî bû û li xeta başûr jî ber bi dawî ve diçe.

Bi gotineke din  % 80 ji şêniyên  El-Cirniyê û gundewarên wê mazot wergirtine.IHMED

Komîteya Civakî, beriya niha bi du hefteyan dest bi belavkirina mazotê kiriye.

(hş)

ANHA