Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirên navbera Tebqa û El-Cirniyê têne tamîrkirin

TEBQA – Pirên bajarê Tebqa û navçeya El-Cirniyê bi hev girê didin ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn rûxandin, têne tamîrkirin.

Şaredariyên Tebqa û El-Cirniyê bi awayekî hevkar, wê pirên di navbera gundê Caber û El-Cirniyê tamîr bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Cirniyê Hemed EL-Ehmed di vê çarçoveyê de got: “Demsala zivistanê tê. Bermahiyên ku çeteyan hiştiye wê bihêlin ku gelek zerar bighêjin welatiyan.”

Ji bo sererastkirina piran, wekî gava yekê 10 koprî ber ji bo riya sereke ya gundê Xirbet Şefrat hatin şandin û hê jî wê koprî werin şandin. Pêwîstiya vê pir bi 28 kopriyan heye.

(bx/he)

ANHA

TEBQA-KARI-SARADARI (2) TEBQA-KARI-SARADARI (4) TEBQA-KARI-SARADARI (3) TEBQA-KARI-SARADARI (5)