Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsa wateya dîlana azadiyê ji şervanan bike!

Dîmen

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wekî her car di gerandina dîlana azadiyê berê xwe dan bereyên şer ên rizgarkirin herêma Reqqayê.

QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî dewamkirina Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê eşkere kir. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yekser amadekariyên xwe kirin û ketin nava liv û tevgerê.

Wekî her car şervan beriya ku ber bi bereyên şer ve bi rê kevin, govenda azadiyê wekî ku ew bi nav dikin, digerînin. Piştî dîlana azadiyê, şervan li maşîneyên xwe siwar dibin û bi stran û kêfxweşî ber bi bereyên şer ve derdikevin rê. Lê tiştê ku herî zêde şervanan kêfxweş û bi moral dike, pêşwazîkirina gel ji bo wan û tiliyên azadiyê radikin û dibêjin:”Axa welat ji dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bikin.ʺ

Nûçegihana me dîmen û wêneyên şervanan ku tevger û kêfxweşiya wan diyar  dike, kişandin.

DÎMEN Û WÊNE: ALVA OSÊ

(kc/dc)

ANHA