Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêka 2 malbatan hate çareserkirin

GIKE LEGÊ- Meclîsa Lihevanînê pirsgirêkên 2 malbatan çareser kirin û ew li hevdû anîn.GIRKE-LIHEVHATINA-DU-MALBATEN-EREB ‫(1)‬

Li herêma Girke Legê di navbera malbata Hisên Cedûi yê ji gundê Rimêlan Paşa ya girêdayî Girke Legê û malbata Hacî Ismaîl El-Eto ya li bajarê Girke Legê dirûne pirsgirêk derketibûn. Ev pirsgirêk gihîştibûn asta ku ji her du malbatan 2 kes bi guleyan werin birîndar kirin.

Meclîsa Lihevanînê ya bajarê Girke Legê ji pirsgirêka di navbera her du malbatan de çareser bike, kete nav liv û tevgerê. Her du malbat li navenda Meclîsa Lihevanînê li hevdû civiyan.

Her wiha endamên Meclîsa Lihevanînê, nûnerên her du malbatan û rûsipiyên ereb û kurd ên herêmê jî amade bûn.GIRKE-LIHEVHATINA-DU-MALBATEN-EREB ‫(1)‬ ‫‬

Hevserokê Meclîsa Lihevanînê ya herêma Girke Legê Mihemed Sebîh Berekat civîn birêvebir û xêrhatina hemû mêvanan kir. Berekat girîngiya çareserkirina pirsgirêkên civakî anî ziman û got ji bo em jiyaneke hevbeş bi hev re bijîn, divê em pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Her wiha rûspiyên herêmê jî axivîn û pêdiviya her du malbat li hev werin û pirsgirêkên xwe çareser bikin anîn ziman.

Li ser daxwaze civatê her du malbat li hevdû hatin û silav dan hevdû û şertên lihevanînê imza kirin.

(np/dc)

ANHA