Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêka avê tê çareserkirin

ZOZAN EHMED

QAMIŞLO- Midûriyeta avê ya bajarê Qamişlo du bîran li taxa Qudûrbeg amade dike û ev her du bîr di hefteya pêş de dê bikevin xizmeta bajar de. Her wiha li navendên paqijkirina avê jî bê ku tu astengî derkevin kar û xebat didome.QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (5)

Ava bajarê Qamişlo jî beşeke ji ava bin erd a kantona Cizîrê ye, jêdera wê jî ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye ku di xeta sînor ya ji Dêrikê het Serêkaniyê derbasî kantonê dibe.

Bajarê Qamişlo yek ji mezintirîn bajarên Rojava ye, ava xwe ji bîrên ku li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo û benda Sefan a herêma Dêrikê.

Beriya ku av were belavkirin bi riya 3 navendên sereke yên Hilêliyê, Çeqçeq û Iwêca  tê safîkirin û paqijkirin.QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (6)

Ji havîna derbasbûyî, li bajarê Qamişlo pirsgirêka kêmbûna avê derket,bi taybet li herêmên Mehmeqiyê û Zeytûniyê yên girêdayî taxa Qidûrbeg.

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bi hevkariya Mûdîriyeta Avê, du bîran yek li herêma Zeytûniyê û ya din jî li herêma Mehmeqiyê amade dike.

Derbarê mijarê de, berpirsê Mûdîriyeta Avê yabajarê Qamişlo, Mehmûd Mehmûd sedema qutbûna avê spart qutbûna ceyranê. Mehmûd da zanîn ku ev pirsgirêk bi riya danîna 6 cenatoran hate çareserkirin, ji bo herêmên rojava jî tureyên sereke yên avê yên navenda Hilêliyê dirêjahiya 150 merteryan hatin guhertin.

Mehmûd tekez kir ku dê di hefteya pêş de her du bikevin pratîkê.

Ji aliyê xwe de jî berpirsê paqijkirina avê, Fehîm Qamişlo, da zanîn ku ew rojane avê bi madeyên Hîbklordît a Sodyom û Klor tê paqijkirin.

(bb)

ANHA

QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (9) QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (8) QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (4) QAM-CARESERKIRINA-PIRSKIREKA-AVE (3)