Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêka belavkirina nan li herêma Şedadê hate çarserkirin

BEŞAR HEMDOŞ

HESEKÊ – Komîteya Zimhêrê ya herêma Şedadê diyar kir ku çareseriyeke demkî ji bo pirsgirêka nan peyda kir û nan bi awayekî rêxistinkirî û wekhev li şêniyan tê belavkirin.HSK-CARESERKIRN-A LAOZIYA-NAN14

Komên çete yên DAIŞʹê dema ku bajaroka Şedadê dagirkeribûn firneya Sereke ya bajar hilweşandibûn, ji ber vê yekê pirsgirka nan bibû pirsgirêkeke cidî di nava civakê de. Piştî ku hêzên QSDʹê bajar ji komên çete rizgar kir, hîn jî pirsgirêk bi temamî ne hat çareserkirin.

Ji ber vê yekê li herêmê firneyek nîv otomatîkî ma û 24 saetan bi derfetên xwe yên kêm tevdigere, tevî wê jî nan têra herêmê nake û wek hev nayê belavkirin.

Miqdarê nan ku firneya nîv tomatîkî rojane amade dike 2 hezar û 300 tûrin, ev yek jî têra firehiya mezin a herêma Şedadê nake.

Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka nan de, Komîteya Zimhêrê ya herêma Şedadê çareseriyek demkî ji bo pirsgirêka nan li herêmê peyda kir û dê rojekê miqdarê nanê firneyê li gundên derdora herêma Şedadê bê belav kirin û roja din jî li Şedadê bê belav kirin. ev xebatên belavkirina nan dê di rêya mutehîdên ku ji aliyê komînên herêmê ve hatine destnîşan kirin pêk were.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Komîteya Zimhêrê ya Şedadê Wail Yûnis ji nûçegihanê  ANHA`yê re axivî û diyar kir ku sedema sereke ya pirsgirêka nan ewe ku çeteyên DAIŞ`ê berî ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ve bên derxistin, firneya otomatîkî rûxandin.HSK-CARESERKIRN-A LAOZIYA-NAN1

Yûnis diyar kir ku firneya nîv otmatîkî bi derfetên xwe yên hindik ku 2 hezarû 300 tûrê nan berhem dide,nikare têra Şedadê û gundewarên wê bike.

Yûnis di axaftina xwe de diyar kir ku wan çareseriyeke demkî ji pirsgirêka nan re peyda kirin, ew jî bi dabeşkirina miqdarê nanê firneyê li tevahî herêma Şedadê û gundewarên wê, dê rojekê nanê firnê li gundên derdora Şedadê bê belav kirin û roja din jî li Şedadê bi awayekî nobedar di rêya mutehîdên ku ji aliyê komînên herêmê ve tên destnîşan kirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê Wail Yûsif destnîşan kir ku dê ji bo çareseriyeke bi yek carî û guncaw ji pirsgirêka madeya nan re ji bo herêmê di nava liv û tevgerê de ne.

(rr)

ANHA