Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêka nan li taxên rojhilatê Helebê tê çareserkirin

SOZDAR WEQAS

HELEB – Şaredariya Gel a bajarê Helebê amadekariya vekirina firneya yekemîn li taxên rojhilat dike, da pirsgirêka aloziya nan li taxên rizgarkirî çareser bike.HLB-CEKIRINA-FIRIN-TAXEN-ROJHILAT ‫(1)‬

Welatiyên taxên rojhilatê Helebê di peydakirina nan de zehmetiyan dibînin. Ji ber firneyeke ku pêdiviya gelê wan taxan bi cih bîne, tune ye. Piştî daxwaza gel a çareserkirina vê aloziyê, Şaredariya Gel a taxên rojhilat bi alîkariya Şaredariya taxa Şêxmeqsûd, dest bi amadekariyên vekirina firneyekê li taxên rojhilat kir.

Di vê çarçoveyê de, firneya taxa Heyderiyê ku ji ber topbaranê ziyan dîtibû û ji xizmetê derketibû tê sererastkirin.

Berpirsê xebatên sererastkirina firneyê, Umer Ebdulqadir da zanîn ku ji ber êrîşên dijwar ên li ser taxên rohilat, firneyên van taxan ji rawestiyan ji ber ku alavên wê ziyan dîtin.HLB-CEKIRINA-FIRIN-TAXEN-ROJHILAT ‫(1)‬ ‫‬

Ebdulqadir got ku firneya taxa Heyderiyê ya rojhilat tê sererastkirin, da pêdiviya şêniyên wan taxan ji nan were peydakirin.

Piştî ku sererastkirin bi dawî bibe, dê yekser dest bi pêjandina nan were kirin.

(mm)

ANHA