Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêka welatiyên Minbicê ya nasnameyan tê çareserkirin

ŞÊRÎN HAFIZ- DANÎ EBDUSLAM

MINBIC- Saziya Sicilên Sivîl a Minbicê piştî bajar ji çeteyan hate rizgarkirin, hate vekirin. Sazî nasnameyan li şûna nasnameyên fermî ku winda kirine, didin welatiyan.MINBC-KARE-MECLISA-SIVIL ‫(160367105)‬ ‫‬

Ev çend sal in ku saziya sicilên sivîl a Minbicê ku giringtirîn saziyên çalak ên sivîl li Minbicê ne. Sazê nasname, nasnameyên malbatan û şehadetan dide welatiyan. Dema komên Artêşa Azad bajar ji destê rêjmê derxistin, hemû karmendên saziyê ber bi Helebê ve hatin veguhestin. Di wê demê de hemû saziyên Minbicê hatin rawestandin.

Dema çeteyên DAIŞʹê Bjaar dagirkirin heman tişt dewam kir. Piştî 6 salan Meclîsa Sicîlên Sivîl a Minbicê bi rizgarkirina bajar re careke din dest bi karê xwe kir. Vekirina saziyê li gorî pêwîstiya wê hate vekirin. Ji ber ku piraniya şêniyên bajar bê nasname mane.

Di meha Êlûna 2016ʹan de saziyê dest bi belavkirina nasnameyan, nasnameyên malbatan û belgeyên mirinê û jidayîkbûnê didin. Kesên koçber jî belgeya naskirinê ji wan re tê dayîn. Derxistina wê jî piştî ku kesek dibe kefîlê welatiyê kaoçber tê derxistin.MINBC-KARE-MECLISA-SIVIL ‫(160367106)‬ ‫‬

Saziyê heta niha 2 hezar û 150 belgeyên demkî dane koçberan, paşê jî ji wan 400 kesî heman belge lê yên daimî wergirtin. Her wiha 450 nasnameyên welatiyan ku DAIŞʹ ji wan stendibûn li xwediyên wan hatin vegerandin. Di heman demê de 6 hezar daxwaznameyên kesên dixwazin nasnameyan werbigirin hatine qeydkirin.

Xebatkarên saziyê dane zanîn ku sicîla ku niha ji welatiyan de bi awayekî demkî tê dayîn dê paşê bibe sicîla daimî. Sazî her wiha 54 belgeyên zewacê jî belav kirine.

(dc)

ANHA

MINBC-KARE-MECLISA-SIVIL ‫(1)‬ ‫‬