Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêkên civakî bi avakirina koperatîfan têne çareserkirin

QAMIŞLO – Komînên Şehîd Mihemed Emîn û Şehîd Bahoz bi beşdariya 150 malbatan  koperatîfa ceneratorê ceyranê  di bin navê ″Ronak″ ava kirin.QAM-PISKIREK-BI-AVAKIRINA-KOOPERATIFA-CARESER-DIBIN ‫(161088008)‬ ‫‬

Li Rojavayê Kurdistanê Komînên ku yek ji lingên bigehîn sîstema Xweseriya Demokratîk in, ji sala 2014′an ve  têne avakirin. Endamên Komînan, bi derfetên xwe yên kêm û bi ruhekî hevpar koperatîfan ava dikin û hewl didin ku  pirsgirêkên xwe yên jiyanî  çareser bikin.

Komînên Şehîd Mihemed Emîn û Şehîd Bahoz ên taxa Qenat Siwês ên bajarê Qamişlo bi beşdariya 150 malbatan koperatîfa ceneratorê ceyranê ava kirin û navê ″Ronak″ lê kirin. malbatên bi ruhekî hevbeş ceneretor kirîn û pirsgirêka qutbûna ceyranê çareser kirin. Her  malbatek li serê her amperekê  hezar L.S didin. Kooperatîf ji aliyê 7 kesan vet ê birêvebirin. Ceneretor ji saet 12.00′ê nîvro heta 17.00′ê esir û ji 20.00′ê êvarê heta 00.00′ê şevê  dixebite.QAM-PISKIREK-BI-AVAKIRINA-KOOPERATIFA-CARESER-DIBIN ‫(161088004)‬ ‫‬

Endamê Revêberiya  Koperatîfa Ronak Mihemed Emîn Osman diyar kir ku 150 mal hatin gel hev koperatîfa ceyranê ji xwe re ava kirin û wiha got: ″Em 600 amperî didin taxa xwe. Gelî me gelekî keyfxweşe ku kooperatîf hat avakirin. ceyan 9 saetan ji bo Endamên koperatîfê tê dayîn û her ampere bi hezar L.S ye. Malbatên ku di nava koperatîfê de cih nagirin 8 saet ceyran ji wan re têne dayîn û her ampere bi hezar û 300 L.S ye. Bi vê yekê gelê me bi xwe kar û barên xwe birêve dibin.″QAM-PISKIREK-BI-AVAKIRINA-KOOPERATIFA-CARESER-DIBIN ‫(1)‬ ‫‬

Osman her wiha anî ziman ku li taxê 5 malbatên belengaz hene, ceryanê didin wan û pereyan ji wan nagirin.

Endamê koperatîfê Rifxa Emîn jî destnîşan kir ku beriya koperatîfa ceneratorê were avakirin, ceneretora ku ceryan dida wan her roj xerabe bû û wiha domand: ″Bi avakirina koperastîfê, pirsgirêka ceryanê çareser bû.″

Welatiyê bi navê Ebas Mihemed Emîn ku parastina ceneratorê  dike, ceneretorê her roj kontrol dike û dema mazot kêm dibe, agahiyê kesên berpirsyar, da ceyran li ser welatiyan qut nebe. Her 15 rojan  jî zeyta ceneratore diguhere.

(mk/mm)

ANHA