Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêkên kanalîzasyonê yên taxa Şehîd Xebat tên çareserkirin

DÊRIK – Şaredariya Gel a bajar Dêrikê li ser daxwaza şêniyên bajar toreyên kenalîzasyonê sererast dike. Di vê çarçoveyê de li taxa Şehîd Xebat dirêjahiya 1 km tê sererastkirin.

Şaredaiya Gel a bajarê Dêrikê ji ber ku pisgirêka kenalîzasiyonê li taxa şehîd Xebat a bjarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo zêde bûye û şênî gazincan dikin,  xebatên sererastkirinê da destpêkirin.

Berpirsyara beşê teknîkî ya şaredariyê Şefaq Îsa ji daxuya kirin ku taxa şehîd Xebat yek ji taxên ku di aliyê xizmetguariyê de kêm e û got: “Ji beriya çend rojan ve me dest bi xebatên sererastkirina pirsgirêkên kenalîzasyonê kirine,  bi tekulfeya 24 milyon lêreyan wan dirêjahiya 1 km toreyê kenalîzasyonê bi cih kirine.”

Şefaq destnîşan kir ku ev proje berewamiya projeya îsal e û ev tişt anî ziman: ” Beriya niha jî li beşê rojhavayê taxa Şehîd Xebat du tore yek dirêjahiya 200 mîtreyan e û ya din jî 250 mîrteyan hatin siwan.”

(bx)

ANHA

DRK-KARE-SAREDARIYE (3) DRK-KARE-SAREDARIYE (1)