Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirsgirêkên xizmetguzariyê yên Eyn Îsa hatin nîqaşkirin

Dîmen

EYN ÎSA – Nûnerên saziyên civaka sivîl ên naveçya Eyn Îsa bi nûnerên Bernameya Xizmetguzariyê ya Wezareta Derve ya Amerîka re civiyan.

Civîn li Mala Gel a navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî pêk hat û tê de rewşa xizmetguzarî, tenduristî û perwerdehî ya navçeyê hat nîqaşkirin.

Hevserokên Mala Gel a Eyn Îsa, komîteyên girêdayî Şaredariya Gel, Komîteya Tenduristiyê, Mala Jin û nûnerên Gerînendeya Perwerdehiyê, amade bûn.

Di civînê de her wiha aliyê xizmetguzarî, tenduristî û çandî yê Eyn Îsa û gundewarê wê hate nirxandin û li gorî wê pêşniyar hatin kirin û bernmayeke hat derxistin. Ew bername wê pêkêşî aliyên têkildar were kirin.

Di bernameyê de cî ji bo Stasyona Avê ya Sefsafe, Stasyona Avê ya El-Widyan a Tebqayê û Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Tebqayê hatiye dayîn.

(np)

ANHA