Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pirtûka Pelên Kurdistanî 90 kesayetên rewşenbîr pênase dike

Dîmen

EHMED SEMÎR – HEMED MUSTEFA

QAMIŞLO – 90 kesayetên rewşenbîr ên Kurdistanê di dîrokê de roleke girîng lîstine û çanda Kurdî parastine. Ev kesayet di pirtûka ″Pelên Kurdistanî″ de hatin pênasekirin. EBDALRHMAN MUHMED ‫‬

Pirtûk ji aliyê rojnamevanê edîtor ê rojnameya Ronahî û Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava Ebdulrehman Mihemed ve,  hatiye nivîsandin.

Kesên ku bixwazin kesayetên rewşenbîr ên wekî şehîd Mihemed Helaq, Bûka Kurdistanê Leyla Qasim, helbestvan Seydayê Keleş, helbestvan Dilşad Mirêwanî û xwediyê yekem dibistana Kurdî li Rojava Hemze Miksî nas bike, dikare li vê pirtûkê vegere.

Nivîskar Ebdulrehman Mihemed ji bajarê Qamişlo ye, di sala 1965′an de jidayîk bûye. Dibistanên seretayî û navîn li gundewarên bajêr xwend, dibistana amadeyî jî li bajar xwend. Piştre ji ber rewşa malbatî tevî hezkirina xwe ya ji xwendin û nivîsandinê re, xwendina xwe terk kir û ji bo destekdayîna malbatê, çandinî û karên din kirin.QAMISLO-PIRTUKA-PELEN-KURDISTANE ‫(1)‬ ‫‬

Piştî demeke dirêj, Ebdulrehman dîsa hobiya xwe ya nivîsandinê pêk anî û pirtûkek li ser kesayetên rewşenbîr nivîsand. Ebdulreheman wiha axivî: ″Min agahiyên li ser 90 kesayetên rewşenbîr ji jêderên cûda kom kirin û derbarê wan de pirtûkek nivîsand.″

Ebdulreman diyar kir ku wî di sala 1985′an de dest bi nivîsandinê kir û yekem helbest di sala 1994′an nivîsand. Ev helbest yekem helbesta ku rojnameya Tişrîn de hatiye weşandine.

Ebdulrehman di navbera salên 1999′an û 2011′an ji ber rewşa jiyanî, ji nivîsandinê dûr ket. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re jî, jiyana wî guherî û  beşdarî xebatên rojnameya Ronahî bû.

Niha jî Ebdulrehman kurte çîrokekê û helbesteke bi navê  ″Eşqa aloziya qedexekirî″ dinivîse.

(mm)

ANHA