Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Pirtûkên meteryalên Rojava li ser sînorê Başûr hatine rawestandin’

KOBANÊ – Serokê Desteya Perwerdehiyê yê kantona Kobanê ya herêma Feratê Ebdilrezaq Mihemed got ku 84 hezar xwendekarên herêma Feratê ji pirtûkên meteryalan bê par in, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li pêşiya derbasbûna pirtûkan girtiye.

Desteya Perwerdehiyê yê kantona Kobanê ya herêma Feratê di 24’ê Îlonê de deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran vekirin. Hejmara xwendekarên ku navên xwe di dibistanan de qeyd kirine gihîştin 84 hezar xwendekaran.

Serokê Desteya Perwerdehiyê yê kantona Kobanê ya herêma Feratê Ebdilrezaq Mihemed diyar kir ku beriya demsala xwendinê wan pirtûkên meteryalan li Başûrê Kurdistanê çap kirine, lê mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê rê li pêşiya derbasbûna van pirtûkan girtiye û di encamê de hemû xwendekarên herêmê ji pirtûkan bê par in.

Mihemed destnîşan kir ku çapxaneyên li Rojava têra çapkirina pirtûkên meteryalê yên hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê nakin û wiha domand: “ji dema ku dibistan hatine vekirin em li benda pirtûkan in, lê heta niha miqdareke mezin ji pirtûkan li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatine rawestandin.”

Serokê Desteya Perwerdehiyê yê kantona Kobanê ya herêma Feratê Ebdilrezaq Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku ew neçar in perwerdehiya dibistanan bê pirtûk dest pê bikin .

(jh)

ANHA