Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pispor: Gelo ne ji mafê gelê Kurd e ku mafê xwe bi dest bixe

Mustefa El-Dehdûh

XEZA – Mamosteyê Zanîngeha Filistînê ya beşê qanûna Navdewletî Hena Îsa got ku gelê kurd li Efrînê rastî êrîşeke hovane tê û destnîşan kir ku êrîş li dijî hemû zagonên navdewletî ye. Henda Îsa di axaftina xwe de ev pirsyar kir, ″Gelo ne ji mafê gelê Kurd e ku mafê xwe bidest bixe.″

Mamosteyê zanîngeha Filistînê Dr. Hena Îsa êrîşên li ser Efrînê wekî êrîşên dijminane pênase kir û wiha got: “Li gorî yasayên navdewletî , divê gilî li NY’yê were kirin, ji ber ku komkujîli Efrînê pêk tên. Lê mixabin Dadgeha Navdewletî di bin banê siyasetan deye û jib o Rûsiya, Amarîka, Firansa, Birîtaniya kar dike, ji ber vê yekê mijar ji destê Konseya Ewlekariyê derket û di civîna xwe de bê biryar derketin.”

Dr. Hena Îsa derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku di madeya yekem û duyem a belgeya NY’yî ya ji aliyê armanc û rêgezan ve tekez dike ku dewletek divê destwerdanê di dewletek din de neke û bi rêzdarî nêzî rêveberiya wê dewleta cîran bibe û ev tişt anî ziman: “Ev rêgezên sereke di qanûna navdewletî de ye. Dive neyê derbaskirin, dema hate derbaskirin, dibe ku şîkayet li gel Konseya Ewelarkariyê şîkayet bike. Li gorî mdeya 24 an ji peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) dive li gorî xala 6’an biryar derheqê wê dewletê de were girtin. Heger erka xwe pêk ne danî Konseya Ewlekariyê vedigere benda 7’an a ligorî rewşa şer biryar li dijî dewleta êrîşkar biryar têne girtin.

‘Êrşa li Efrînê êrîşa li Sûriyê ye’

Dr. Hena Îsa da zanîn ku li gorî qanûna navdewletî Îsraîl jid estpêka aloziya sûriyê ve yasayan binp dike ev li gorî yasayên navdewletî sûcekî mezine û wiha dom kir: “Lêji ber ku mafê Vîto bikar tîne,karê Konseya Ewlekariyê tê rawestandin.Niha jî em dibînin ku Tirkiyê wekî Îsraîlê dikeû qanûna navdewletî binpê dike. Hemû qanûn û belgeyên navdewletî têne binpêkirin,ev yek êrîşa li ser xaka Sûriyê ye. Niha gelê kurd rastî êrîşên hovane tê, mafê wî tê binpêkirin. Ji ber vê yekê divê qanûna mirovahî ya NY bikev tevgerê û sûcên têne kirin, were rawestandin.”

‘Bermahiyên çeteyên ji 86 dewletan niha êrîşî kurdên Sûriyê dikin’

Mamosteyê Qanûna Navdeweltî Hena Îsa di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser rewşa niha li Sûriyê û wiha pê de çû: “Gelek hêzê di Sûriyê de hene, hemû jî dixwazin hêzên girêdayî xwe li Sûriyê bi cih bikin. Ji 9’ê tebaxa 2011’an û heta 9’ê tebaxa 2016’an de derdora 350 hezar çete ji 86 dewletan derbasî xaka Sûriyê bûn, ji wan 46 hezar çete hatin kuştin, her wiha 90 hezarji wan ji Sûriyê hatin derxistin. Çeteyên mane jî niha di bin fermana Artêşa Tirk de êrîşî gelê kurd dikin. Dewletên Kendava ereban derdora 45 milyar dolar Amarî li Sûriyê re xeric kir, ji ber vê yekê em dikarin bûyerên li Sûriyê diqewimin wekî cenga cîhanê ya sêyemîn binav bikin. Mijar girêdayê rêzgirtina rêveberiya dewletekê niha li Efrînê li dijî gelê kurd êrîş pêk tên. Li gorî qanûna navdewletî û di civîna arwerte ku li ser daxwaza Firansa ji bo nîqaşkirina rewşa Efrînê hate lidarxistin, civîn bê biryar derket. Ev yek ji ber ku endamên Konseya Ewlekariyê ew bi xwe hêzên ku li Sûriyê şer dikin in. Tevgera wan li dijî yasayên navdewletî pêk tê. Êrîşa li ser gelê Kurd li Efrînê lidijî hemû pîvanên mafê mirovane, ji ber wê pêwîste Civaka navdewletî berisva vê pirsê bide, ma ne ji mafê gelê kurd e ku mafê xwe bidest bixe.”

Dr. Hina Îsa, ehrwiha bibîr xist ku çar dewletên ku xaka Kurdistanê dagir kirine, li dijî wêne ku gelê kurd mafê xwe bidest bixe û wiha pê de çû: “Gelê kurd yeke û ji mafê wî ye ku bibe xwedî stato, ez bi mentiqê yasayên navdewletî diaxivim, li gorî qanûna navdewletî ji mafê kurdan e ku bibin xwedî statu, gerek Civaka navdewletî vê yekê qebûl bike.”

‘Divê Tirkiyê ji komkujiyên Efrînê were darizandin’

Dr. Hena Îsa di axaftina xwe de da zanîn ku dive dewleta Tirk were darizanin û wiha got: “Divê doz li dijî dewleta Tirk were vekirin. Komkujiyan li dijî sivîlan pêk tînin. Li gorî itîfaqên Cinêv, dive dadgehek taybet ji bo sûcên têne kirin, werin lêkolînkirin û dosya wê radestî dadgeha cinayî ya navdewletî were kirin. Lê mixabin ev dadgeh jî li gorî siyasî biryarên xwe digire. Ji ber vê yekê bi alîkariya Rûsiya, Amarîka, Firansa û Birîtaniya komkujiyan pêk tînin.”

Hena Îsa di dawiya axaftina xwe de jî got ku hemû hêzên mezin û di serî de Rûsiya, Amarîka, Firana, birîtaniya û welatên Yekîtiya Ewropa li herêmê hene, Tirkiyê niha li dijî qanûnên navdewletî tevdigere û êrîşên dijminan e li dijî gelê kurd pêk tine. Di vê rewşê de dive NY yekser destwerdanê bike û êrîşên têne kirin, rawestîne.”

(dc)

ANHA