Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Pisporê qanûna navnetewî: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî dijmirovahiyê ye

YEHYA HEBÎB / MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Pisporê qanûna navnetewî Dr. Ebdilkerîm Şibêr got ku Ocalan rêberê gel û miletan e û hevpeymana Cenêv a çaremîn a taybet bi parastina girtiyên di zîndanan de Ocalan digire nava xwe, ji ber vê yekê destdirêjiyên li dijî wî “sûcekî dijmirovahiyê ye” û pîvanên Netewên Yekbûyî tên binpêkirin, ji ber ku Tirkiyeyê li ser van pîvanan îmze kiriye.

Di çarçoveya helwestên li dijî tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan de, Pisporê qanûna navnetewî Dr. Ebdilkerîm Şibêr di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re bi berfirehî behsa rewşa tecrîda li ser Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û qanûnên navnetewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên binpêkirin û rêbazên xwespartina Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê da ku evan destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî Rêber Ocalan bêne rawestandin, kir.

Hevpeyvîna bi Pisporê qanûna navnetewî Dr. Ebdilkerîm Şibêr wiha ye:

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ku desthilatdarên Tirkiyeyê li ser wî ferz kirine jiyan dike û ji sala 2011’an ve hevdîtinên parêzeran bi wî re hatine qedexekirin û ji Îlona 2016’an ve jî serdanên malbata wî jî qedexe kirin. Gelo ev tecrîda li ser Rêber Ocalan li gorî qanûnên navnetewî ku Tirkiyeyê li ser wan îmze kiriye, qanûnî ye, û çima?

Bê guman ne qanûnî ye, ji ber ku hevpeymanên navnetewî azadiya helwest, nêrîn û fikr piştrast dikin û ji mafê malbatê ye serdana girtiyê xwe bike heta di girtîgehê de, her wiha ji mafê parêzer e serdana muwekîlê xwe bike û divê girtîgeha wî guncaw be û bi awayekî asayî bijîşk kontrola wî bikin da ku parastina tenduristiya wî bikin.

Qanûna navnetewî ya mirovahî, qanûna mafên mirovan û hevpeymana Netewên Yekbûyî hene. evan hevpeymanên navnetewî jî behsa parastina sivîlan di girtîgehan de dikin, hevpeymanên Cenêv ên sêyemîn û çaremîn behsa parastina girtiyan di girtîgehên dewletê de dikin eger girtî hemwelatiyê vê dewletê be yan heta di dewleta ku ji aliyê dijmin ve dagirkirî be.

Niha Rêber Ocalan li hemberî destdirêjiyeke eşkere ya qanûna navnetewî ya mirovahiyê rû bi rû ye û em vê yekê bi sûcekî dijmirovahiyê binav dikin. Sûcê dijmirovahiyê tê wateya ku lêpirsîna sûcdarê vê sûcê li ser bingeha binpêkirina hevpeymana Cenêv a çaremîn a taybet bi parastina girtiyan di girtîgehên dewletê de pêkan dibe û serdana malbat û parêzeran ji girtî re tê piştrastkirin, her wiha da ku girtî jî pêşkêşî bijîşkan were kirin û îlaca wî bête kirin. Binpêkirina hevpeymana Cenêv a çaremîn tê wateya sûcekî dijmirovahiyê, ji ber ku li dijî sivîlan pêk tê. Ocalan jî rêberê gel û miletan e, ji ber vê yekê ev hevpeyman wî digire nava xwe û destdirêjiyên li dijî wî  sûcekî dijmirovahî ye.

Heta eger Rêber Ocalan weke fermandarekî leşkerî were destgirtin û li qada leşkerî hatibe girtin, hevpeymana Cenêv a sêyemîn ya qanûna navnetewî ya mirovahiyê rêbazên danûstandina bi dîlan re, rêbazên îlackirinê û rêvekirina ji serdanên malbat û parêzerên girtî re piştrast dike, her wiha girtî dikare pêdiviyên xwe di hundirê zîndana xwe de bikire û binpêkirina van qanûnan sûcekî şer e.

Ne tenê ev, lê belê Ragihandina Navnetewî ya Mafên Mirovan azadiya helwest, nêrîn û fikr piştrast dike û dadgeheke edalet jêre maf dike û pêwîst e parêzerê parastinê hebe. Binpêkirina ji aliyê dewletê ve ku di nava sîstema navnetewî de ye, weke sûcekî dijmirovahî û sûcekî şer tê destgirtin.

Hevpeymana Netewên Yekbûyî mafê çarenûsî û mafê avakirina statûya siyasî ji gelan û komên siyasî û etnîkî re misoger dike, hemû dewletan li ser vê yekê îmze kirine û Tirkiye jî yek ji van dewletan e ku dê li hemberî van hevpeymanan rêzdar be. Îcar niha girtina Rêber Ocalan sûcek e û hevpeymana Netewên Yekbûyî hatiye binpêkirin û berûvajî mercên Netewên Yekbûyî ye.

Divê sazî û rêxistinên hiqûqî û parêzer li dijî dewleta Tirk giliyekê vebikin ku van sûcan pêk tîne û destdirêjiyê li Ocalan dike û divê ev daxwazname ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan a Netewyên Yekbûyî re were şandin, her wiha pêşkêşkirina wê di pilansaziya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de pêkan e da ku danûstandina doza Rêber Abdullah Ocalan di saziyên cîhanî û navnetewî de were kirin.

Lê divê em nas bikin ku dadgeha navnetewî dadgeheke kesan e, ango dadgeh nikare dewletê û dezgehên wê darizîne. Lê dadgeha sûcên navnetewî heye, eger dewleta Tirkiyeyê beşdarî vê dadgehê bûbe, tewanbarkirina wê ji aliyê parêzerên Abdullah Ocalan ve pêkan dibe û eger beşdarî vê dadgehê nebûbe, îcar dadgehên dewletên ku xwedî wîlayetên navnetewî hene ango dadgehên niştimanî û qanûna navnetewî di vê rewşê de tê pêkanîn û lêpirsîna dewletên di Netewên Yekbûyî de endamê in tê kirin. Di encamê de lêpirsîna van destdirêjiyan li pêşiya Konseya Mafên Mirovan pêkan e.

Tirkiye ji Yekîtiya Ewropa ve nêzîk e û di dadgehên Ewropa de dadgeha mafên mirovan heye û hemû van destdirêjiyên li dijî van qanûnan dişopîne, ji ber vê yekê bi nêrîna min divê pilaneke pratîk were danîn da ku lêpirsîna aliyên Tirkiyeyê ku van qanûn û hevpeymanan binpê dikin were kirin. Nûnerê Tirkiyeyê jî di Netewên Yekbûyî de heye, ji ber vê yekê rêxistinên mirovahî û navnetewî û rêxistinên Kurdan dikarin giliyekê bi belgeyan di derbarê van destdirêjiyan de vebikin. Ez piştrast im ku komeke belgeyên destdirêjiyên li dijî Ocalan di destên Kurdan de hene û dikarin pêşkêş bikin, lê divê alîkariyê ji pispor û parêzerên navnetewî bixwazin da ku lêpirsîna her kesekî ku mafên Abdullah Ocalan û malbata wî binpê kirine bikin, her wiha divê parêzerên Ocalan jî vê giliyê ji saziyên navnetewî re pêşkêş bikin.

* Li rex rewşa tecrîda giran a li ser Ocalan, dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û Komîteya dij-îşkenceyê CPT li hemberî binpêkirinên mafên Ocalan bê deng in, gelo çima aliyên navnetewî bê deng in?

Di qanûna navnetewî de siyaseta yek bi duyan heye, dewletên endamtiya hemdem di Konseya Ewlehiyê de diyar dibe ku her tim li rex aliyên bi hêz in, eger bixwaze vê dozê bilivîne û danûstandina wê li ser asta navnetewî were kirin, divê qanûna navnetwî bikar bîne. Sê qanûnên xizmeta doza Abdullah Ocalan dikin hene, ew jî qanûna mafên mirovan, qanûna navntewî ya mirovahî û qanûna sûcên navnetewî ne.

Evan qanûn jî rêbazên herî baş in û divê bêne livandin û di serî de divê evan doz ji dewletên ku wîlayeta wan a navnetewî di dozen niştimanî de hene re bêne pêşkêşkirin. Paşê jî ji bo zextê li raya giştî û li van saziyan bikin divê van dozan di aliyê çapemenî de eşkere bike û paşê jî derfetê vebike da ku raya giştî ya navnetewî û saziyên navnetewî destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin û van sûcên wê yên li dijî Ocalan bi dawî bikin.

Abdullah Ocalan ne sûcdarekî cînayî ye, lê belê ew girtiyekî siyasî ye û ji bo parastina gelê Kurd hatiye girtin ku ji aliyê hevpeymanên navntewî û qanûnên mafên mirovan ve hatiye piştrastkirin, ew parastin gelê xwe û helwesta xwe ya siyasî, civakî, çandî, dîrokî û mirovahî dike. Ew dixwaze ku gelê Kurd bibe xwedî statû û ti sûcên cînayî nekirine, weke ku hin alî hewl didin bi vê yekê tewanbar dikin. Di helwesta xwe ya dozên raya giştî û banga mafên gelê xwe de her tim zelal bû.

Ji ber vê yekê divê gavên pratîk bêne avêtin da ku zext li civaka navnetewî were kirin û vê dozê li ba rêxistinên navnetewî û cîhanî bilivînin û bi taybet li ba saziyên dadgerî. Dibe ku bi riya van rêxistinên hiqûqî helwestek were nîşandan û mafên mirovan a Netewên Yekbûyî û dadgeha edaleta navnetewî were muxatebekirin.

Di aliyê qanûnî de ne pêkan e Tirkiye kesekî ku ji bo mafê gelê xwe têdikoşer bigire, weke di hevpeymanên navnetewî de hatiye piştrastkirin, ev yek jî helwest û doza Abdullah Ocalan li pêşiya dadgehê xurt dike eger di pêşkêşî dadgeha navnetewî hate kirin.

* Di van demên dawî de nûçeyên paşveçûna rewşa tenduristî ya Ocalan hatin belavkirin, Komîteya Dij-Îşkenceyan CPT li gorî qanûnên navnetewî neçar e berê xwe bide Îmraliyê û rewşa tenduristî ya Ocalan nas bike, lê ev yek pêk nehat, gelo bi nêrîna we sedema vê yekê çi ye?

Hevpeymana Cenêv a çaremîn bi awayekî metirsîdar tê binpêkirin, ku mafê girtiyan piştrast dike ku divê tenduristiya wan were parastin û li gorî qanûna navnetewî divê bi awayekî asayî controla tenduristî ji wan re bête kirin, binpêkirina vê qanûnê jî sûcekî dijmirovahî û sûcekî şer e.

Evan sûcên li ser rêxistinên hiqûqî, tenduristiya navnetewî, konseya mafên mirovan ferz dike ku destwerdana xwe bikin û rewşa tenduristî ya Ocalan zelal bikin û raporekê di derbarê rewşa wî ya tenduristî de amade bikin. Ez dibêjim ku divê bi riya dezgehên çapemeniyê zext li konseya mafên miorvan were kirin da ku bi erkên xwe rabe.

Eger tevnegere jî, divê berê xwe bidin dadgehê û daxwaznameyên derxistina biryaran ji rêxistinên navetewî û hiqûqî bêne derxistin da ku rewşa tenduristî ya rasteqîn a Ocalan were zelalkirin û rê li pêşiya pêşkêşkirina xizmetên tenduristî ji wî re were vekirin û li gorî van hevpeymanên navnetewî pêk were û bi taybet hevpeymana Cenêv 3 û Cenêv 4.

* Gelê Kurd yek ji gelên kevnar li Rojhilata Navîn e û mafên wê di nava çare dewletan de winda bûye. Gelo rola Ocalan di çareserkirina doza Kurdî de li Rojhilata Navîn çi ye?

Hemû gel xwedî maf in û ev yek di qanûna navnetewî de hatiye piştrastkirin û mafê wê yê sereke mafê çarenûsî û avakirina statûya siyasî ye da ku nûnertiya wê bike, her wiha mafên gelan ên çandî, aborî, olî û sivîl hene û ev jî di hemû hevpeymanên navnetewî de hatine piştrastkirin. Gelê Kurd yek ji gelên kevnar e û ew beşekî ji sîstema gelên Rojhilata Navîn e û ji mafê wê ye weke hemû gelên cîhanê çarenûsa xwe diyar bike û statûya xwe ya siyasî ava bike.

Niha gelê Kurd di nava çar dewletan de hatiye parvekirin, ji ber vê yekê divê di qonaxa bê de xwedî statûyek be û mafên xwe werbigire. Bi nêrîna min maf tê standin ango nayê dayîn, divê parêzvanên mafên gelê Kurd çi li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Îraqê, Îranê û li her deverekê hebin û divê gelê Kurd mafê xwe yê çarenûsî pêk bîne û hemû mafên xwe yên çandî, civakî, sivîl û hwd… werbigire. Ji mafê Kurdan e rêbazên têkoşînê çi bi hêza nerm an hişt ji bo mafên xwe bistînin bidin meşandin.

* Ocalan di parêznameyên xwe de banga avakirina netewa demokratîk dike ku mafên hemû gel û pêkhateyan di jiyaneke hevbeş de diparêze. Gelo tişta ji siyasetmedar û ronakbîrên herêmê tê xwestin çi ye û bi taybet ji welatiyên gelê Ereb li hemberî rewşa ku niha Ocalan têre derbas dibe?

Min parêznameyên Ocalan xwendine, ew behsa mafên mirovan û demokrasiyê dike û banga avakirina statûyeke demokratîk dike û pêkanîna mafê gelê Kurd di rêveberiya siyasî de bi rêbazên demokratîk ku di hevpeymanên navnetewî de hatine piştrastkirin, ev jî rêbazekî şaristanî û bilind e, divê ji aliyê hemû dewletên şaristanî ku îdîaya şaristaniyê û xebatên qanûnî dikin ve were rêzgirtin.

Ji ber vê yekê divê helwesta navnetewî li hemberî vê dozê alîkar be û bi taybet ji ber ku banga pêkanîna demokrasiyê dike. Di derbarê dewletên Ereb de girêdayî vê dozê ew bi erkên xwe ranebûne, heta ku êdî giştî herêmê ket bin serweriya projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku armanca wê serweriya li ser berhemên Rojhilata Navîn e û rê li pêşiya gelên herêmê û di nava wan de gelê Kurd bigirin ku nikaribin berhemên xwe bi xwe pêş bixînin.

Em dizanin ku hin aliyên veşartî hene ku vî şerî birêve dibin û hegomoniya aborî û leşkerî dikin û komên terorîst bikar tînin da ku siyasetên xwe bidin meşandin. Lê em bawer dikin ku gelên herêmê dê li hemberî van pilanan li ber xwe bidin. Berbang nêzîk e, maf weke serê derziyê ye û neheqî weke balonekê ye (her çiqas mezin bibe ji serê derziyê ve nêzîk dibe û dê biteqe). Baweriya me bi mafên me mezin e û li gorî hevpeymanên navnetewî ye û bê guman serkeftin a me ye. Gelên Kurd û Filestînê heman dozê jiyan dikin û di şoreşa herdu gelan de girêdanên dîrokî, şaristanî, fikrî û çandî hene. Em bi hêvîne ku weke hemû gelên cîhanê bibin xwedî statûyek û çarenûsa xwe diyar bikin.

(jh)

ANHA