Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî 5 salan ava gund çêbû

EFRÎN – Şaredariya  Gel li gundê Xidriye ya navçeya Bilbilê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê ku ketiya sala xwe ya 5`an bîreke avê koland.EFRIN-BILBILE-SARDARIYA-GEL-BI KARE-KOLANDINA-BIRE-RADIBE ‫(116261379)‬ ‫‬

Xebatên xizmetê yên Şarederiyên Gel ên navend û navçeyên Efrînê didome. Di vê çarçoveyê de piştî ku Komîna Şehîd Yehya ya gundê Xidriye daxwaza peydakirina avê ji Şaredariya Gel kir, şaredariyê yekser daxwaza wan bi cih anî û di navbera  gundê Qestel Xidiriye û gundê Xidirye bîreke avê kola.

Kolandina bîrê heta niha dewam dike û tê payîn piştî sê  rojan kolandina bîrê bi dawî bibe û av bighêje malên gund.

Şaredarî wê tûreke nû ji bîrê heta malêb welatiyan çêbike. Ger rêjeya avê zêde be wê av li gundên derdora gundê Xidriye werê dayîn.

Ji aliyekî din ve jî, şaredarî  tûra avê li gundê Qorne ya navçeya Bilbilê berfereh dike da ku bighêje li malên ku nû hatine avakirin.

(kc/dc)

ANHA

EFRIN-BILBILE-SARDARIYA-GEL-BI KARE-KOLANDINA-BIRE-RADIBE ‫(116261377)‬ ‫‬ EFRIN-BILBILE-SARDARIYA-GEL-BI KARE-KOLANDINA-BIRE-RADIBE ‫(116261378)‬ ‫‬ EFRIN-BILBILE-SARDARIYA-GEL-BI KARE-KOLANDINA-BIRE-RADIBE ‫(1)‬ ‫‬ EFRIN-BILBILE-SARDARIYA-GEL-BI KARE-KOLANDINA-BIRE-RADIBE ‫(1)‬