Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî 5 salan xwendekarên El-Keramê ezmûnan dikin

Dîmen

REQA – Di bin çavdêriya Buroya Perwerdehiyê ya herêma El-Keramê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê de xwendekarên dibistanên herêmê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin.MIHMUD

Çeteyên DAIŞ` ku 5 salan herêma El-Keramê ya girêdayî Reqayê dagir kiribû, dibistan qedexe kiribûn û nedhîştin zarok perwerde bibin. Piştî rizgarkirina herêmê ji  çeteyan, xwendekaran  piştî 5 salan yekemîn care dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin.

Têkildarê mijarê, ji rêveberên Dibistana Ehmed El-Eser a El-Keramê Mehmûd  Hemûd El-Hemadê destnîşan kir ku piştî hemû pêdiviyên  xwendekaran hatin bicihanîn dibistan hatin vekirin û niha ezmûna wezra yekemîn hatiye destpêkirin.

El-Hemadê got ku ew ezmûnên devkî  ji şagirtên reva yekê û duyemîn ên asta seretayî re dikin û ji xwendekarên reva sêyemîn û jor de ezmûnên nivîskî dikin.

(kc)

ANHA