Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî 57 salan agirê ‘Sînemaya Şewitî’ hîna venemiriye

HÎWA MEHMÛD

AMÛDÊ – Di 13’ê Mijdara 1960’an de wekî îro ji bo xelkê navçeya Amûdê û tevahiya gelê Kurd şeveke pir bi êş derbas bû. Malbatek li Amûdê nema ku zarokekî wê şehîd an jî birîndar nebû.

Rêjîma serdest a Sûriyeyê di vê rojê de bi darê zorê hişt ku şagirtên dibistanên seretayî yên bajarê Amûdê kartên temaşekirina sînema ya ji bo piştevaniya şoreşa gelê Cezayîrê ya li dijî Fransayê bikirin û beşdar bibin.

AMUDE-SINMA-AMUDE (2) AMUDE-SINMA-AMUDE (1)

Rapor û lêkolînên derbarê Komkujiya Sînemaya Amûdê de, dibêjin ku ev komkujî armanceke xwe ya siyasî hebû ku pê derbeyekê li gelê Kurd bixînin û nifşekî sax bi temamî ji holê rakin.

Kesên ji şewata agirê sînemayê xelas bûne behsa wê şevê kirin. 3 deriyên sînema  û hundirê wê de bîreke avê jî hebû, piştî ku zarok derbasî hundir bûn her sê derî li wan hatin girtin.

Dema ku agir bi sînemayê ket, zarok ber bi deriyan ve reviyan lê hemû derî girtî bûn. Hinan ji wan xwe di ser dîwarê sînemayê de avêtin aliyê din û xelas bûn. Hin zarokan jî jî xwe avêtin bîra avê da ku ji şewatê xelas bibin, lê ji avê xelas nebûn û di bîrê de fetisîn.

Xelkê Amûdê bi qêrîn û hawara zarokên xwe ve çûn û deriyê sînemayê şikandin û gelek zarok xelas kirin. Yek ji efsaneyên sînemaya Amûdê Şehîd Mihemed Seyîd Axa Deqorî ye ku wî bi xwe hejmareke mezin a zarokan ji agir xelas kir. Mihemed Seyîd Axa Deqorî piştî ku zarok xelas kirin, stûnê derî bi ser wî de hate xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bi giştî di Komkujiya Sînemya Amûdê de 283 kes şehîd bûn.

Dayîkan zarokên xwe şandibûn dibistanê û nizanîbûn wê li wan venegerin. Piştî 57 salan ji ev bûyera tije êş û azar, dilê xwedî û malbatên wan hîna jî dagirtî hiştiye û ew hîna jî bi hesreta vegera zarokên xwe ne.

Heta roja îroyîn jî, tu kes sedemên rasterast ên pêkanîna vê komkujiyê nizane. Ev şewata ku beriya 57 salan qewimiye, heta roja îro dilê şêniyên Amûdê û gelê Kurd dişewitîne.

(he)

ANHA