Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî Başur, wê li Rojava jî Şêwira Yekîtiya Neteweyî werê lidarxistin

Dîmen

QAMIŞLO – Ji bo lidarxistina hevdîtina şêwirî di navbera aliyên Kurdî li Rojava de, endamên KNK`ê yên  Rojava, wekî gava yekeîn komîteyek ava kirin. QAM-CIVINA-KNK-DERBARE-NETEWA-YEKBUYI ‫(238682625)‬ ‫‬

Endamên KNK`ê yên Rojava(Salih  Kido, Ebîr Hesaf, Hediye Yûsif, Mihemed Ebas, Mihemed Mûsa, Necem El-Dîn Mela Umer, Telal Mihemed, Luqman Ehmî, Ebdulkerîm Seko, Mihemed Mûsa û Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê li Rojava Ebdulkerîm Umer), ji bo avakirina komîteya amadekariya ya amadekariya lidarxistina Şêwra Yekîtiya Netewî li Rojava civîn lidar xistin. Civîn li navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di civînê de, li ser israrkirina lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî ji bo yekîtiya neteweyî, hate nîqaşkirin.QAM-CIVINA-KNK-DERBARE-NETEWA-YEKBUYI ‫(1)‬ ‫‬

Têkildarî mijarê, Ebdulkerîm Umer ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wan komîteya amadekirina  lidarxistina hevdîtina Şêwirî li Rojava di civînê de, ava kirine. Komîteya ku  ji Ebîr Hesaf, Ebdulkerîm Umer, Luqman Ehmî, Telal Mihemed û Nesredîn Îbrahîm, pêk tê wekî gava yekemîn wê di demeke pir kurte serdana hemû rêxistin û partiyên siyasî, bike.

Yek ji encamên girîng ku di Şêwira Yekîtiya  Niştimanî ya  Kurdistanî li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê derket, lidarxistina hevdîtineke şêwerî di navbera aliyên  Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê bû.

(np/kc)

ANHA