Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî berxwedaniyê Newroza gelan li Helebê ye

SOZDAR WEQAS-ARIF SILÊMANHLB-DURITIN-CILEN-NEWROZE (12)

HELEB – Pêkhateyên Helebê piştî berxwedaniyeke bêhempa dê Newrozê bi hev re pîroz bikin û bi heyecaneke mezin amadekariyên xwe kirine.

Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê dê piştî berxwedaniyeke bêhempa ya li hemberî çeteyan Newrozê bi rehetî û kêfxweşî pîroz bikin.

Amadekarî ji bo şahiyeke navendî tê kirin û Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a dikeve bakurê bajarê Helebê dê cî û dika şahiyê amade bike.

Komîteya Amadekar a şahiya Newrozê anî ziman ku dê dika şahiya Newrozê 16 m dirêj be û 8 m fereh be. Ji bo ewlekariyê jî tenê wê yek derî hebe û ambulans jî ji bo rewşên awarte li ciyê şahiyê amade be.

Ji gel bi rehetî were ciyê Newrozê amadekarî kirine

KMYREAN REDID

Endamê Komîteya Amadekariya Newrozê Kemîran Reşîd got ku Şaredariya Gel tedbîrên hatina gel a ciyê şahiyê girtiye û 40 wesayet eyar kirine. Her wiha Şaredarî dê 20 litr mazot bide her erebeyekê.

SEDA HYSN

Endama Komîteya Amadekar Suad Hesen destnîşan kir ku ew ê cejna Newrozê bi dirûşmeya ʺBi ruhê Federaliya Bakurê Sûriyê Newroza 2017`an pîroz dikinʺ, pîroz bikin.

Suad anî ziman ku wan hemû pêkhateyên bajarê Helebê `ermen, tirkmen, kurd û ereb` vexwendî şahiya cejna Newrozê û got:ʺ Newroza Heleb Newroza hemû gelan e`.

Di vê çarçevê de kolan û hemû ciyên giştî yên taxa El Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê bi rengên buhar û Newrozê hatine ximlandin.

Ji her alî ve tedbîr hatiye girtinSYERO EFRIN

Rêveberê Hêzên Asayîşê Şêro Efrîn diyar kir ku wan ji bo ewlekariyê tedbîr girtine û Hêzên Parastina Cewherî dê bi wan re bibin alîkar.

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ji bo şahiyê amadekarî kirine û dê komên wan (koma şehîd Nûredîn a jinên ciwan, koma şehîd Destîna ya zarokan û koma Berxwedana Şêxmeqsûd dê awazên floklorî û şoreşgerî pêşkêş bikin.

Her sê koman awaza li ser QSD`ê awazek amade kirine û dê di şahiya Newrozê de pêşkêş bikin, her wiha gurûpeke ji hunermend û şanogeran şanoyek amade kirine û dê pêşkêş bikin.

Endamên Navenda Cemîl Horo şanoyek li ser rewşa civakî ya bajarê Helebê amade kirine.

Koma Şehîd Roksana jî dê bi floklorên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bibe û dê di dawiya şahiyê de merasîmeke leşkerî ji aliyê koma Şehîd Bakur ve were lidar xistin.

Rengê Newrozê dê cil û bergên kurdî binHLB-DURITIN-CILEN-NEWROZE (3)

Şêniyên bajarê Helebê û bi jin û mêr ên taxa Şêxmeqsûd cilûbergên xwe yên Newrozê amade kirine.

Dirûnkerê taxa Şêxmeqsûd Rodîn Ebû Ehmed anî ziman ku şêniyên taxê bi taybet jin û ciwan cilûbergên floklorî ji bo Newrozê amade kirine.

Her wiha Ebû Ehmed diyar kir ku ne tenê Kurd, pêkhateya Ereb jî tên gel wî cilûbergên xwe yên gelêrî didrûn û ji bo Newrozê amadekariya xwe kirine.

(np/dc)

ANHA