Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî çinîna zevî qedexeye werê şewitandin

QAMIŞLO – Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewalan a girêdayî Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê,  bi biryarnameyekê şewitandina zevî piştî çinînê,  qedexe kir.

QAMISLO-DAXUYANI-JI-BO-ERDAN-U-CANDINIYE

Biryarnameya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewalan a girêdayî Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê wiha ye:”Ji bo sûdwergirtina ji bermahiyê berhemên zeviyên çandiniyê, her wiha parastina madeyên aktîv ji bo axê, nabe zevî piştî hate çinîn were şewitandin.

Heger cotkar vê biryar binpê bike, dê ji bo her donimekê zeviyê wî 200 L.S bide, her wiha dê zirarên ku ji ber şewatê çêbûne tawîz bike. Em bi hêvî ne ku ev biyar pêk were.”

(bb)

ANHA