Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî hilbijartinan ji hevserokan re civîn hate lidarxistin

GIRÊ SPÎ – Kongreya Star bi hevserokên komînan ên jin re civiya û girîngiya rolê komînan di civakê de hate nirxandin.

Kongreya Star li navçeya Silûk a kantona Girê Spî bi hevserokên komînan ên jin re civiya. Civîn li Meclîsa Mala Gel a navçeyê hate lidarxistin. Hevserokên jin ên  90 komîn û endamên Kongreya Star û Mala Jin a navçeya Silûkê tevlî bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtine dest pê kir. Bi navê Kongreya Star Fatma Mehmûd di civînê de axivî û girîngiya rolê komînan di civakê de vegot.

Her wiha Endama Mala Jin Dîlan Hesen axivî û got divê jin bi riya komînan xwe baş birêxistin bike û pêşengtiyê ji civakê re bike.

(np)

ANHA

GIRESPI-CIVINA-KONGIRA-STAR (2) GIRESPI-CIVINA-KONGIRA-STAR (1)