Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî rizgarkirinê… Xwediyên pîşeyan jinûva dest bi karê xwe kirin

Dîmen

q

MIHEMED EBDO

HELEB – Xwediyên kargehan ên taxên rojhilatê Helebê piştî rizgarkirinê taxên wan ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve jinûva dest bi kargehên xwe sererast kirin û dest bi kar kirin.  HLB-CEKERENA-PELAVA-LE-TAXIN-ROJHLAT ‫(1)‬ ‫‬

Taxên Hulok û Heyderiyê yên rojhilatê Helebê bi çêkirina her cuyerên pêlavan tê naskirin. Berhemên karkergên derbasî sûkên herêmî û welatên derve yên wekî Iraq û Lubnanê dihate kirin.

Di dema ku komên çete taxên rojhilatên Helebê di Tîrmeha 2012‘an de dagir kirin, xebatên kargehan di nav de kargehên pêlavan hatibûn rawestandin. Piraniya xwediyên kargehan ji ber kiryarên çeteyan koçber bibûn.HLB-CEKERENA-PELAVA-LE-TAXIN-ROJHLAT ‫(260440577)‬ ‫‬

Bi rizgarkirina taxên rojhilatên ji aliyê şervanên YPG/YPJ‘ê û vegera ewlekariyê re zêdetirî 224 kargehên biçûk ên pêlavan ango werşên biçûk hatin vekirin û roj bi roj hejmar zêde dibe.

Çêkirina pêlavan di çend merheleyan re li gorî cuyerê pêlavê derbas dibe. Pêlav jî ji madeya naylon, bilastîk û qumaş tê çkirin.

Têkildarî mijarê xwediyên werşên biçûk ên pêlavan ji ANHA`yê re axîvin.

Mihemed Mierastî ku ji pêkhateya  Tirkumen e da zanîn ku  wî pîşeya çêkirina pêlava beriya 23 salan fêr bûye û ji wê demê û şûnde pêlavan çêdike.  Mihemed got:” Ji dema ku ez biçûk bûm, ez vî karî dikim. Lê dema komên çete taxa me dagirk kirin, ji ber kiryarên wan karê me rawestiya û kirîn û firotin jî tune bû. Di heman demê de çeteyan em talan kirin”.HLB-CEKERENA-PELAVA-LE-TAXIN-ROJHLAT ‫(1)‬

Mihemed Mierastî anî ziman ku piştî rizgarkirinê wan dest bi vekirina kargehên xwe yên biçûk kirin û got: ” Dema aramî li taxa me serwer bû, me dest bi sererastkirina kargehên xwe kirin. Alavên ku tê de bûn ziyan gihabû wan, me ew jî sererastkirin û  piştre me dest bi kar kir. Rojan e  9 saetan em dixebitin”.

Welatiyê bi navê Emar Hemîdî jî dibêje:” Ev 25 sal in ez di vî karî de me. Dema çete derbasbûnî taxa me bûn, me dukan û kargehên xwe girtnn. Çeteyan pariya nanê me didiziyan û rewşa me li vir dijwar bû.  Lê bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ‘ê jiyan careke din vedigerê taxê.”

Derbarê astengiyên ku derdikevin Hemîdî got: “Dolar carinan bilind dibe û carnan nizim dibe. Em bi dolar dikirin û bi lereya  Sûrî difiroşin. Ev yek jî bandorê li ser tevgera bazirganiyê dike.”

Şaredariya Gel a taxên Rojhilatên Helebê jî ji bo hêsankirina xehatên kargehên biçûk û dîkanan 600 ruxset da  xwediyên wan”.

(bb)

ANHA