Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Piştî ronîkirinê govenda azadiyê

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wekî her carê, piştî rizgarkirina her bosteke ax ji tarîtiya çeteyan,  dîlanên azadiyê digerînin.

Duh baskê sêyemîn ji pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgakirina Reqqayê hate destpêkirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji aliyê gundê Mekmen ve 5 km ber bi Reqqayê ve pêşve çûn û gundên Seyad û Hesen Zêd azad kirin.

Di dîmenê ku Navenda Raghandina QSD`ê weşandiye, kêfxweşiya şervanan bi rizgarkirinê diyar dibe û şervan xelekên govendan digerînin.

(bb)