Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘PKK`ê berxwedana herî mezin û bênavber a dîrokê pêşkêş dike’

NAVENDA NÛÇEYAN – YJA-STAR’ê diyar kir ku, “PKK bi pêşengiya Rêber Apo 40 sal in li ser navê azadî û serbilindiyê, berxwedana herî mezin û bênavber a dîrokê pêşkêş dike.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê bi peyamekê pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em salvegera avabûna PKK’ê ya 40’emîn bi coş, rûmet û serbilindiyeke mezin pîroz dikin. PKK bi pêşengiya Rêber Apo 40 sal in li ser navê azadî û serbilindiya jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn, gelê Kurd û azadiya mirovayetiyê, berxwedana herî mezin û bênavber a dîrokê pêşkêş dike. Em salvegera avabûna PKK’ê ya 40’emîn li mîmarê vê berxwedanê li Rêber Apo, li hemû rêhevalan, jin û gelê xwe pîroz dikin. Ji Hakî Karer’an, heta Kemal, Mazlûm, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Sara û Berçem, Azê û Delalan hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Di têkoşîna me ya 40 salan de, şervaniya heqîqetê ya ku Rêber Apo pêşkêş dike bûye çanda berxwedanê ya PKK’ê. PKK bi xeta parastina rewa û xweparastinê bûye tevgera berxwedanê ya nasnameya azad. Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê berxwedana herî mezin a dîrokê dike.

Dîroka me ya têkoşînê ya ku dikeve sala çilan, li ser xeta fedaî ya şehîdên me yên qehreman bi pêş ve diçe. Dîroka PKK’ê dîrokeke wisa ye, nîşan dide ku bi berxwedanê jiyana azad û bi rûmet dikare pêk were.

Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst ya ku dixwaze jiyanê bike dojeh, têkoşîna afirandina jiyana demokratîk, ekolojîk û ya li ser xeta azadiya jinê ye. PKK serbilindiyê tevlî nirxên jin, gel û mirovayetiyê dike. Di vî warî de PKK partiyeke jinan e.

Dîroka PKK’ê nîşan daye ku tu hêzên êrîşkar, barbar û zilimkar li hemberî PKK’ê nikare bi ser bikeve. Di vî warî de têkoşîna 40 salan a PKK’ê wê bibe sala hevdîtina azadiyêya Rêbertiyê, jin û gelan. Ew ê bibe temînata jiyanê ya azad û demokratîk a gelan. Sedsala 21’emîn li ser xeta azadiya jinê wê bibe sala serketinê.”